Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Stresa penaberiyê zarokan nexweş dike

Hat weşandin torsdag 17 november 2016 kl 13.16
"Ne diyar e ka ew ê mafê rûniştinê bistînin."
(3:01 min)
Apatisk barn. Foto: Mona Hambraeus
Foto: Mona Hambraeus

Statîstîkên nû yên ji Daîreya xizmeta civakî nîşan didin ku par li Swêdê 58 zarok ji ber sendroma bêhewesiyê hatine tedawî kirin.

Keça Gozela penaxwaz a 12 salî Roşan ji nîsanê ve bê hereket ketiye erdê. Ew ne dixwe ne vedixwe ne jî diaxive.

Sendroma bêhewesiyê piraniya cara bi zarokên penaber re di prosesa penaxwaziyê de tê dîtin. Zarok ji ber stresê nexweş dikevin û fonksiyonên xwe yên sereke yên fizîkî winda dikin.

Heta niha ev cara pêşîn e ku statîstîkek li ser hejmara zarokên wiha tê çê kirin. Par herî kêm 64 zarok ji ber vê nexweşiyê hatine tedawî kirin. Ji van 54 ji 18 salan biçûktir in.

Ji xeynî van 64 zarokan ku mafê wan ê rûniştinê li Swêdê heye herwiha 97 zarokên penaxwaz jî hene ku hê mafê rûniştinê nestandine. Tê texmîn kirin ku hejmar li dora 150 zarokan e, lê ji ber kêşeyên qeydkirinê ev bi zelalî nayê zanîn.

Mikael Billing doktorê psîkiatiriya zarokan e û ew ji sala 2003an ve li ser tedawiya zarokên bi sendroma bêhewesiyê kar dike. Ew dibêje hejmara zarokên bi vê nexweşiyê zêde bûye.

Billing dibêje ez bawer dikim sedema vê zêdebûna hejmara penaberan bi giştî ye. Dema mirov zarok e û penaber e wê demê mirov bi şêweyên cuda yên stresê re rû bi rû dimîne û ev jî rîska nexweşiyên psîkolojîk mezin dike.

Lê ma gelo zarokên wiha dikarin ji ber sedemên insanî mafê rûniştinê bistînin? Ne diyar e qanûnên nû yên penaxwaziyê dê rewşa zarokên wiha çawa binirxîne. Loma mirov nikare bêje ku ev zarok dê ji ber sedemên insanî mafê rûniştinê bistînin.

Pisporê hiqûqî yê Daîra Koçê Fredrik Beijer dibêje divê em di peymanên li ser zarokan mînakên li ser rewşên wiha bibînin da ku em karibin biryarekî li ser zarokên wiha bidin.

Ew dibêje peymanên ku li ser rewşên wiha disekin gelekî kêm in loma ev kar zehmet dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".