Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Det brinner i Kronåsens industriområde med kraftig rökutveckling som följd.
(Publicerat idag kl 15.48)
ئاگاداری! لە ناوچەی کرونوئۆسەن ئاگرێکی بەهێز کەوتۆتەوە

Ew nizane wê li Swêdê bimîne yan wê bê derkirin

Hat weşandin onsdag 23 november 2016 kl 09.40
"Dibistan ji min re ya herî giring e"
(4:34 min)
Sohail's team is training indoors now that it is winter. He would love to take part, but injured his knee when playing in the summer.
Sohail's team is training indoors now that it is winter. He would love to take part, but injured his knee when playing in the summer. Wêne: Ulla Engberg/SR

Sohail Pirooz yê 15 salî bi tena serê xwe hate Swêdê. Ew îro li Krokom dijî, bajarekî biçûk li bakurê Swêdê û li gel şeş zarokên din ji aliyên cuda yên cîhanê di maleke taybetî ji bo gencanên de dimîne.

-Dema Sohail dest bi dibistanê kir li Swêdê çû sefeke amadeyiya zimanî. Lê tenê piştî çend mehan derbasî sefa 8 bû, pêşî di dersa matematîkê û sporê de lê wê hêdî hêdî dest bi madeyên din jî bike.

Dema Sohail giheşte Swêdê bi tena cilê lê bû û baş bû ku piçekî ingilîziyê zanîbû. Ew fêde lê kir dema bi karmendên mala gencan re diaxivî û karmendê ku ji wî re bû serpereşt. Lê nuha zimanê swêdî ciyê inglîziyê girtiye.

 -Ew dibêje ez inglîziyê zanim , dema dibihîzim, ez têdigihêjim, lê baş nizanim biaxivim ji ber min fêrî swêdî bûme. Rojane bi zimanê swêdî diaxivim. Ji bo min zehmet e.

Armanca Sohail ya herî mezin ew e ku notên baş di sefê nehan de werbigire da ku derbasî gymnasiumê bibe, ango lîseyê.

Temamê dema xwe nuha datîne ser xwendinê û kêm bi wê difikire ku ew piştî sal û nîvekê li Swêdê hîna jî nizane bê wê mafê mana li Swêdê werbigire yan na.

-Ez zêde bi pirsa îqameyê nafikirim ji ber eger ez bi wê bifikirim êdî nikarim xwe swêdiyê fêr bikim û dibistana xwe berdewam bikim. Dibistan ji bo min ya herî giring e.

Ji bilî dibistanê Sohail hez ji fotbolê dike û dema bi hevalan re. Nuha di dema zivistanê de ew di hindir de temrînan dikin. Lê ji ber êşa çogên xwe ew mecbûr e fotbolê kêm bike. Nuha, bi alîkariya serperişta xwe Katarina Lindgren dest bi spora bovlîngê kiriye.

Soahil dibêje ew di mehê carekê bovlîngê de dike û li heman ciyî golfa dîjîtal heye.

Ew dibêje li Swêdê min dest bi golf kiriye, piçekî zehmet bû lê ez bi lez fêr bûm. Kêfa min gelekî jê re tê.

Sohail li Swêdê jî xwe fêr dirustkirina xwarinê kiriye ji ber ew di mala gencan de berpirsê xwarina xwe ye. Ew dibêje ku dê û bavê wî wê ecêbgirtî bimînin dema bizanin ku wî xwe fêrî çêkirina xwarinê kiriye.

Ew nizane bê dê û bavê wî kanîn. Bi rêya ber bi Swêdê ve hertişt ji dest wî çû, û telefona wî jî ya jimareya malbatê tê de bû. Malbata wî tenê zanin ku ew giheştiye Europa û ku bi nêta çûna Swêdê ye.

-Zehmet e. Gelekî zehmet e, îca ez gelekî bi wê nafikirim. Eger ez bi wê bifikirim ez zêde xembar dibim.

Sohail giraniyê datîne li ser xwendina xwe û ku çogên wî baştir bibin da ku karibe fotbolê bilîze.

Li gor nerîna wî her baş bû ku ev rê da ber xwe û hate Swêdê, herçend zehmetiyên mezin bi rê de dît, lê ya herî giring ji wî re ku fêrî bûye ku çawa mirov alîkariya kesên din dike. Ji ber gelek kes alîkariya wî jî kirine.

Hevkara me Ulla Engberg ji beşê ingilîzî yê Radyoya Swêdê hevpeyivîn bi Soahil re çêkiriye

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".