Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Kurdo Baksî

”Ji bo mafên mirovan girîng e”

Hat weşandin torsdag 17 november 2016 kl 15.30
Wallström: Em rexne û endîşeyên xwe tim diyar dikin.
(3:02 min)
Margot Wallström û Kurdo Baksî.
Wêne: Wiktor Nummelin/TT

Margot Wallström bersiva nameya 51 rêxistinên civakî dide ku tê de endîşeyên xwe li ser rewşa çapemeniyê û pêşveçûnên siyasî yên li Tirkiyeyê pêşkêşî wê kiribûn.

Federasyonên kurd, ermenî, asûrî û suryanî jî di nav de bi temamî 51 rêxistinên civakî yên li Swêdê nameyek ji wezîra çandê Alice Bah Kuhnke û ya karên derve Margot Wallström re şandibûn. Wan di nameyê de bal dikişande ser girtina saziyên medyayê yên li Tirkiyeyê û girtina Newroz TV û Med Nûçeyê yên li Ewropayê û dixwestin ku Swêd dengê xwe li ser binpêkirina mafê mirovan û azadiya çapemeniyê rake.

Vêga wezîra karên derve ya Swêdê Margot Wallström bi nameyekê bersiva van rêxistinan dide. Ew di nameyê de diyar dike ku ew endîşeyên xwe ji Tirkî re dibêjin û li ser pirsa kurd banga hevdîtinên aşitiyane û diyalogê dike.

Wallström li ser navê hemû rêxistinan bersivê ji Kurdo Baksî re dişîne ku yek ji înîsiyatîfgiran bû. Kurdo Baksî ji bersivê qaîl e.

Ji bo zêdetir li deng guhdarî bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".