Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Moderat çîran li wezîra sosyaldemokrat dike

Hat weşandin fredag 18 november 2016 kl 11.00
”Min ti caran gotinên wiha di partiyê de nebihîstine.”
(2:45 min)
Haffo kallar s-minister för hora
Delmon Haffo (M) û Annika Strandhäll (S). Wêne: TT

Siyasetmedarê Moderat Delmon Haffo yê ji Salemê ji wezîra sîgortayên sosyal a sosyaldemokrat Annika Strandhäll re di weşaneke zindî ya li ser Youtubeê de dibêje ”qehpe”.

Seroka Partiya Moderatan Anna Kinberg Batra piştî bûyerê bi kurtî got ev ê bê bersiv nemîne. Haffo siyasetmedar û berpirsê ragihandina dîjîtal ê partiyê bû. Wan weşana zindî li ser Youtubeê test dikir û axaftina Haffo ya testkirinê ev bû:

  • Annika Strandhäll, nabe tu henekan li ser mafê mêran ê dengdanê bikî. Bicehime qehpe.

Haya Haffo jê nebû ku weşana testê di eslê xwe de li ser înternetê belav dibû. Ew di vîdeo de dibêje ma min ê qet ev gotin bi awayekî resmî bigotane.

Vîdeo li ser rojnameya DNê  tê belav kirin.

Wî ev gotin li ser heneka Strandhäll a li ser mafê mêran ê dengdanê gotin ku wê piştî hilbijartinên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser Twitterê nivîsî bû. Wê henek kiribû û gotibû ku mêrên spî deng dane Donald Trump û divê mafê wan ê dengdanê nebe.

Piştî saetek û çariyekî ku vîdeo belav bû ji partiyê hate ragihandin ku Haffo ji wezîfeya xwe bi dest xwe re tê avêtin.

Tomas Tobé sekreterê Partiya Moderatan e.

  • Em vê bûyerê gelekî cidî dibînin. Ev bi ti awayî nayê qebûl kirin. Karmendê ku ev kiriye bi dest xwe re dev ji wezîfeya xwe berdaye.

Peyre êvarê hate ragihandin ku Haffo dev ji hemû wezîfeyên xwe yên partiyê berda ye.

Tevger û gotinên Haffo nîqaş li ser zimanê siyasî, bi taybetî zimanê siyasetmedarên ciwan, da dest pê kirin. Ji Tomas Tobé tê pirs kirin, ma dema kamera qeyd nakin hûn wiha li ser siyasetmedarên din diaxivin?

  • Min ti caran nebihîstiye ku kesek ji partiya me wiha biaxive. Loma bersiva ji bo tevgera Delmon bi dest xwe re hatiye dan.

Strandhäll li ser Facebookê bûyerê şîrove dike û dibêje ev gotin ne li dersgehê ne jî li vir têne qebûl kirin. Divê tona dengê me sivik be û berpirsiyariya tiştên em dibêjin li ser me ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".