Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Li Swêdê

Bajarên nû têne ava kirin

Hat weşandin fredag 18 november 2016 kl 09.33
"Sînor asîman e."
(1:33 min)
Stora moln där solen spricker igenom, över bostäder
Wêne: Tomas Oneborg/TT

Swêd ji aliyê nifûsê ve zêde dibe û hejmareke mezin a xaniyan jê re lazim e. Vêga ji Partiya Jîngehê Johan Edstav li ser avakirina bajarên nû dixebite.

Johan Edstav koordînatorê nû yê avahîsaziyê ye û ew ê ji bo avakirina bajarokên nû alîkariya wezîrê avahîsaziyê Peter Eriksson bike.

Avakirina bajarok an jî banliyoyên bi 50 000 mirovan li derdora bajarên mezin ên weke Stockholm, Malmö û Göteborgê tê plan kirin. Johan Edstav dibêje sînor asîman e.

  • Hingî pêdiviya xaniyan mezin e di wezîfeya min de ti sînor ji bo mezinahiya van herêman nehatiye danîn, ango heta dibe dê mezin bin.

Ew ê têkiliyê bi şaredariyên welêt re deyne da ku ji bo avakirina herêmên mezin cih peyda bike. Hemû cureyê xizmetê ku ji bo bajarekî lazim e dê li van herêman jî hebe. Pêdiviya herî mezin li bajarên mezin heye û ev herêm dê bi çend saetan nêzîkî bajarên mezin bin. Heye cihên ku ji vêga ve hene werine mezin kirin an jî bi temamî cihên nû werine ava kirin.

Li gor Edstav ev fikr û şêweyekî nû yê çareserkirina kêmasiya xaniyan e. Ew ê meha adarê rapora li ser mesrefa avakirinê pêşkêş bike û meha şeşan jî dê plan amade be.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".