Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ji bo penaberên zarok li Swêdê bimînin qanûn dê were guhertin

Hat weşandin fredag 18 november 2016 kl 11.41
"Heta lîseyê xelas bikin dê karibin bimînin."
(1:58 min)
Pojke blickar ut genom fönster.
Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Hikûmet li ser guhertina qanûnekê disekine da ku penaberên zarok ên bitenê ku diçine dibistanê karibin li Swêdê bimînin. Li gor çavkaniyên Radyoya Swêdê Partiya Jîngehê vê dixwaze.

Di halê hazir de Daîreya Koçê mafê rûniştinê yê demkî dide zarokênpenaber ên bitenê da ku dema 18 sal dagirtin wan dersînor bike. Bi vê qaîdeyêre hejmara zarokên penaber ên bitenê ku li Swêdê dimînin kêmtir bûye û bi sedanan jî hezaran zarok jî li benda dersînorkirinê ne.

Li gor çavkaniyên Radyoya Swêdê Partiya Jîngehê hewl didesosyaldemokratan îqna bike da ku qanûn were guhertin û zarokên wiha karibin liSwêdê bimînin.

Çareseriyeke mumkin ew e ku qaîdeyeke ku jixwe heye dê ji bo vanzarokan jî were bi cih anîn. Di eslê xwe de qaîde ne ji bo zarokên penaber ênbitenê hatibû danîn, lê vêga heye ev ji bo wan jî lê be. Li gor vê zarokên kudiçine lîseyê dê neyêne dersînor kirin.

Ji par meha 11an ve bi jidandina qanûna penaberiyê re Daîreya Koçê mafê rûniştinê yêdemkî dide zarokên 16 û 17 salî û dema ew 18 salan didagirin têne dersînorkirin. Zarokên ku 17 û nîvsalî bin mafê rûniştinê qet nastînin. Biryara dersînorkirinê ji bo wan tê dan da ku dema 18 sal dagirtin were bi cih anîn.

Jidandina qanûnê ji aliyê gelek rêxistinên zarokan ve tê rexnekirin û ew diyar dikin ku ev li dijî wê qaîdeyê ye ku dibêje divê qaîdeyênpenaberiyê ji bo penaberên zarok siviktir bin.

Hikûmet vêga guh dide van rexneyan û îmkana guhertina qanûnekêtîne rojeve. Wezîrê koçê Morgan Johansson piştrast dike ku ew li ser tiştekïwiha hur dibin da ku zarok heta dixwînin li Swêdê bimînin. Lê ew ti detayan liser guhertina qanûnê nade.

Morgan Johansson dibêje divê em îmkanê bidina van zarokan da kulîseyê xelas bikin. Em li ser pêşniyazekê dixebitin. Piştî ku zarokan lîsexelas kir em ê li rewşa li welatên wan binêrin û li gor wê biryarê bidin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".