Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Annie Lööf

”Di rîska zewaca bi darê zorê de derketina ji welêt qedexe bikin”

Hat weşandin fredag 18 november 2016 kl 13.59
Seyran Duran: Divê azadî qut nebe, lê kontrol hebe.
(2:05 min)
Annie Lööf i Almedalen
Seroka Partiya Navendê Annie Lööf. Wêne: Henrik Montgomery/TT

Partiya Navendê di rîska sinetkirin û zewaca bi darê zorê de qedexeya derketina derveyî welat pêşniyaz dike. Dêûbavên ku qedexeyê binpê bikin dê heta 4 salan cezayê girtîgehê bistînin.

Seroka partiya Navendê Annie Lööf dibêje cihê zordariya namûsê di civaka me de tuneye û divê em ji bo mafên zarok û jinan dengê xwe bilind bikin.

Ji bo komeke keç û jinên ciwan ên li Swêdê tirsa zewaca bi darê zorê ya li derveyî Swêdê rastiyek e. Di navbera salên 2014 û 2016an de ji ber tirsa zewaca zarokan û ya bi darê zorê 240 telefon hatine ser xeta destekê. 90 keçan jî ji ber tirsa sinetkirinê telefon kirine.

Vê heftiyê hate ragihandin ku hikûmet dê li ser qanûna zewaca zarokan û ya bi darê zorê lêkolînekê amade bike. Annie Lööf dixwaze ku hikûmet li ser îmkana qedexekirina derketina derveyî welat jî bisekine û ji bo vê Îngilistanê weke mînak nîşan dide ku qedexeyeke wiha lê heye.

Wezîra wekheviyê Åsa Regnér dibêje mirov dikare bi rêya qanûna li ser lênêrîna temenmezinan jî hay ji kesên wiha hebe. Lê ew di heman demê de hemû pêşniyazan pozîtîv werdigire.

Seroka Rêxistina jinên Kurdistanê li Swêdê Seyran Duran li vê qedexeyê pozîtîv nanêre û dibêje di rewşeke wisa de azadiya keçan tê bi sînor kirin. Ew dibêje divê azadî qut nebe, lê kontrol hebe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".