Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Dadgeha Temyîzê ya Svea

"Divê îmkana pisporiya polîsên lêkolîner hebe."

Hat weşandin fredag 18 november 2016 kl 15.42
"Ji bo kalîteyê girîng e."
(1:15 min)
Poliser som ska jobba som utredare borde kunna specialisera sig redan under polisutbildningen.
Wêne: Janerik Henriksson/TT

Di lêkolînên zehmet ên polîsî de piraniya caran kêmasî hene û Dadgeha temyîzê ya Svea diyar dike ku divê polîsên nû karibin li ser mijarekî pisporiyê bikin.

Serokê Dadgeha temyîzê ya Sveayê Fredrik Wersäll dibêje eger îmkana pisporiyê hebe rêxistina polîsan dê di lêkolînên zehmet de baştir bibe.

Wersäll dibêje lêkolînên zehmet îro gelekî têne dîtin û pêdiviya polîsên pispor mezintir dibe. Bi vê rêyê hem wextê lêkolînê dikare kurt dibe hem jî kalîte baştir dibe.

Par hikûmetê biryar da ku divê perwerdehiya polîsiyê were nû kirin û lêkolînek li ser vê mijarê hate dest pê kirin. Lê bi qasî ku hikûmetê bal kişande ser pêdiviya polîsên lêkolîner ên jêhatî raporê ti pêşniyazên çareseriyê nekir.

Vêga pêşniyaza nûkirina perwerdehiya polîsiyê ji bo rexne û şîretan li parlamentoyê ye û Dadgeha temyîzê ya Svea zêdetir li ser mijarê disekine.

Herwiha Daîreya Dozgeran îmkana perwerdehiya pisporiyê ya polîsan gelekî girîng dibîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".