Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Zarok ji dêûbavên xwe re wergeriyê dikin

Hat weşandin måndag 21 november 2016 kl 09.40
Benjamînê 13 salî: Çavê hemûyan li mirov e.
(1:19 min)
Benjamin Salazar Lopez
Benjamin Salazar Lopez di heft saliya xwe de dest bi wergerê kir. Wêne: Sukran Kavak/Sveriges Radio.

Gelek zarokên 13-14 salî yên ji malbatên biyanî ji dêûbavên xwe re wergeriyê dikin. Ciyekî ku wergerî lê tê kirin nexweşxane ne.

Benjamin Salazar Lopez gava dest bi alîkariya zimên kir heft salî bû. Niha ew 13 salî ye û dibêje hema hema her roj ew wergerê dike.

– Gava ez ê li nexweşxaniyê wergeriyê bikim dijwarî derdikevin, ji ber ku gotinên zehmet ên ku ez nizanim hene. Çavê hemûyan li mirov e, ew jî nexweş e. Herkes li benda bersivê ye û ez nizanim ez ê çi bibêjim.

Bernameya Tendens di nav 400 xwendekarên li dibistanên Stockholm, Västerås û Luleå lêkolînek kiriye. Lêkolîn di nav zarokên malbatên vê dawiyê hatine Swêd de hatiye kirin. Gelek ji zarokan radigihînin ku wan ji dêûbav yan jî ehlên xwe re wergerî kirine û gelek ji wan niha her heftî dikin. 

Ji havînê ve li Norvêc bikaranîna zarokan weke wergêr hatiye qedexekirin. Lê li Swêdê qanûneke wiha nîne.

Çavdêrê Giştî yê zarokan Fredrik Malmberg radigihîne ku ev 20 sal in ew li dijî wergêriya zarokan di nav hewldanan de ne û gereke li Swêdê jî qanûneke mîna ya Norvêc were nivîsandin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".