Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ygeman: Gereke klûb berpirsiyariya xwe baştir bînin cî

Hat weşandin måndag 21 november 2016 kl 15.50
Ygeman: Bila nobedar nehêlin şerker derbasî hundir bibin.
(1:17 min)
Polis utanför Olympia efter kvalmatchen mellan Helsingborg och Halmstad. Foto: Emil Langvad/TT.
Polis utanför Olympia efter kvalmatchen. Wêne: Emil Langvad/TT.

Roja şemiyê di maça futbolê ya navbera Helsingborg û Halmstad de piştgirên Helsingborg xwe berdan saheyê û bi lîstikvanan pev çûn.

Li hember pevçûnên di lîstikên futbolê de niha Wezîrê Hundir Anders Ygeman dibêje gereke amadekar berpirsiyariya xwe bêhtir bînin cî.

– Ji amadekaran divê daxwazên bêhtir werine kirin. Gereke kes nikaribe xwe berde saheya lîstikê. Nobedar gereke wan yekser bigrin û ketina wan a saheyan were qedexe kirin.

Di lîstika roja şemiyê de Halmstad zora Helsingborg biribû û Helsingborg ji lîga Alsvenskan derketibû.

Ygeman herwiha dide zanîn ku roja pêncşemê wan biryar derxistine ku bikaranîna maskeyan a di maçên futbolê de werine qedexe kirin. Tê diyar kirin ku eger amadekar tedbîrên pêwist negirin divê cezayê li wan tê birîn were bilind kirin an jî pûanên wan werine daxistin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".