Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Doktorê diranan ê alkolîk nexweş şaş tedawî kirin

Hat weşandin tisdag 22 november 2016 kl 09.54
Ivo: Biryara me wê demê dayî rast bû.
(2:04 min)
En kvinna som blir undersökt av tandläkare
Wêne: ANDERS WIKLUND / TT.

Zêdeyî 100 kesî ji ber zerara ku doktorekî diranan di dema tedawiyê de daye wan gilî li cem şirketa sîgortayê kirine. Lê hê jî destûra doktor a tedawiyê lê ye.

Destpêka 2013an personelê miayenexaneya diranan ji şirketa tenduristiyê Praktikertjänst re gotin ku ev doktorê diranan li ser kar alkolê vedixwe. Wan herwiha diyar kir ku li klînîkê etanol û dermanên ku weke narkotîka têne sinifkirin winda dibin.

Wê demê şirketa tenduristiyê rewş siparte Mifetişiya tenduristiyê(Ivo). Bi qasî ku personel gelek caran gilî kirine Ivo ti kontrol li ser tedawiyên vî doktorî nekirin. Piştî salekê Ivo lêkolîna li ser wî rawestand û destûra wî ya doktoriyê pê re ma û wî karê xwe berdewam kir.

Vêga piştî du salan zêdeyî 100 kesî ji ber zerarên di dema tedawiyê de gilî li şirketa sîgortayê kirine. Diranên çêkirî diweşin, tamîra diranên kurmî bêyî paqijkirin hatine çê kirin, qurmê diranan ne rast hatine dagirtin û taximê diranan şaş hatine rêz kirin.

Kent Larsson yek ji nexweşan e. Piştî tedawiyê sala 2013an enfeksiyonek di devî wî de derket. Ew dibêje min çi janek dikişand. Rihê min diêşiya. Vêga ez dibîmin ku tedawiya min şaş hatiye kirin û ez aciz im. Çima mirov ê bihayekî mezin bide û eziyeta dojehê bikişîne.

Ji Ivo Karin Fagerberg dibêje wê demê biryara me dayî rast bû.

  • Li gor materiyalê lêkolînê, agahiya ku me ji aliyên têkildar girtibû û li gor plan û tedbîrên ku me girtibûn ez bawer dikim di wê demê de me biryake rast dabû.
Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".