Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Parlamentoya Ewropayê cemidandina hevdîtinên bi Tirkî re nîqaş dike

Hat weşandin tisdag 22 november 2016 kl 11.30
Paul Levin : Hevdîtin dê dawiya dawîn her werine rawestan.
(2:44 min)
Turkiets president Recep Tayyip Erdogan.
Serokê Tirkî Recep Tayyip Erdogan. Wêne: Murat Cetinmuhurdar/TT

Îro Parlamentoya Ewropayê dê nîqaşekê li ser hevdîtinên endamtiya Yekîtiya Ewropayê yên Tirkiyeyê pêk bîne. Gelo divê hevdîtinên endamtiyê werine cemidandin an berdewam bikin?

Ji ber bûyerên piştî hewldana darbeya leşkerî li Tirkiyeyê van mehên dawîn têkiliyên di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de ne baş in. Îro Parlamentoya Ewropayê dê civînekê pêk bîne ka piştî hemû bûyerên negatîv ku bi destê dewlata tirk têne kirin divê hevdîtinên endamtiyê berdewan bikin an na.

Yekîtiya Ewropayê berî niha endîşeyên xwe li ser gotinên Erdogan ên li ser bipaşveanîna cezayê îdamê diyar kiribû û pêşveçûnên piştî hewla darbeyê rexne kiribûn. Di heman demê de li gor Tirkiyeyê Yekîtî şerê wan ê li hemberî terorê fêm nake.

Bodil Valero ji Partiya Jîngehê ku endama Parlamentaya Ewropayê ye dibêje serokê Tirkiyeyê Erdogan li gor dilê xwe tevdigere û demokrasiyê bi paş ve dibe. Mirov nikare bi aliyekî ku naxwaze bi mirov re biaxive hevdîtinan berdewam bike.

Valero dibêje Erdogan ber bi sultaniyê ve diçe. Em jî naxwazin bi temamî hevdîtinan bi dawî bikin. Lê em dibêjin divê em hevdîtinan bicemidînin heta Tirkî were ser rêya rast da ku em nîşan bidin ku em alîgirê demokrasiyê ne.

Li aliyê din ji Partiya Moderatan Anna Maria Corazza Bildt ku endameke din a Parlamentoya Ewropayê ye dibêje ma ku em hevdîtinan bicemidînin em ê çawa tesîreke pozîtîv li demokrasiya Tirkî bikin. Eger em hevdîtinan bidina rawestandin em ê gelê tirk teslîmî zordestiya dewletê bikin.

Anna Maria Corazza Bildt dibêje ji xwe gelê Tirkî xwe bi tenê dibîne û ku em hevdîtinan bicemidînin em ê îmkana tesîrkirina pozîtîv a li ser civaka sivîl kêm bikin. Ev ji bo Erdogan nabe cezeyek berevajiyê vê ev ê wî xurttir bike.

Li gor pisporê Tirkiyeyê Paul Levin dawiya dawîn hevdîtin dê her werine cemidandin.

Paul Levin dibêje Tirkiye di têkiliyên xwe yên bi Yekîtiyê re ber bi şikestineke mezin ve diçe û dawiya dawîn an ji aliyê Yekîtiyê ve yan jî ji aliyê Tirkî ve hevdîtin dê werine rawestandin. Divê Yekîtiya Ewropayê hay jê hebe da ku têkiliyên din bo mînak peymana penaberan û pirsa Qibris ji vê tesîrê nebîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".