Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Malmö mafên zêdetir di şerê sûcdariya organîze de dixwaze

Hat weşandin tisdag 22 november 2016 kl 14.03
Sûcdariya organîze li Malmöyê.
(2:06 min)
Poliser som ska jobba som utredare borde kunna specialisera sig redan under polisutbildningen.
Wêne: Janerik Henriksson/TT

Rêveberiya  şaredariya Malmöyê bi nameyekê daxwaza guhertina qanûnan dike da ku karibin li hember sûcdariya organîze ya li bajarên mezin şer bikin.

Name ji wezîrê karên navxweyî Anders Ygeman û wezîrê edaletê Morgan Johansson re tê şandin. Yek ji daxwazên ku di nameyê de tê kirin hesankirina avêtina ser malên sûcdarên organîze û yên ku berî niha ji ber sûcên wisa hatine ceza kirin e.

Katrin Stjernfeldt Jammeh seroka rêveberiya şaredariya Malmö ye. Ew dibêje hin car hene mirov dikare bi avêtina ser malan tişta ku mirov lê digere bi dest xwe re bibîne. Tê dîtin ku ev pirê caran ji bo polîs gelekî wext digire.

Katrin Stjernfeldt Jammeh dibêje eger qanûn were guhertin mirov hem dikare hiqûqê ji bo kesên din garantî bike hem jî di rewşên sûcdariya organîze de mafên zêdetir bide polîs.

 Li gor vê pêşniyazê polîs dê hesantir û bileztir biavêje ser malên sûcdarên organîze.

Herwiha li gor pêşniyazê dema sîlehek di erebeyekê de were dîtin xwediyê erebeyê dê ji vê berpirs be. Siyasetmedarên mamlöyî guhertina qanûnên nû jî baş dibînin ku li gor vê êdî sîlehên bêdestûr û bombeyên destan ên bêdestûr dê weke hev werine dîtin.

Wezîrê naxweyî Anders Ygeman pozîtîv li pêşniyazan dinêre. Lê li gor wî ji xwe îro avêtina ser malan bi hesanî têne kirin. Ew dibêje ew ne li dijî pêkanîna tedbîrên nû yê, lê ev pêşniyaz dê ti tesîrên mezin neke.

Ew dibêje dema ew li ser guhertina qanûnan dirawestiyan ew ji gelek aliyan ve li ser rewşê hûr bûne û wê demê ev pêşniyaz ji wan re gelekî balkêş nehatiye.

Li gor wî pêşniyaza li ser sîlehên di erebeyan de balkêş e, lê di wir de jî rîsk heye kesê şaş were ceza kirin. Ew diyar dike ku bi teknîkên nû mirov dikare zelaltir bibîne ka xwediyê sîlehê kî ye û kî ev bi kar anî ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".