Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Gumana bertîldanê li ser Ericssonê heye

Hat weşandin onsdag 23 november 2016 kl 09.45
Pispor: Ku ne bertîl be ev çi ye?
(1:37 min)
Ofîsa Ericsson li Stockholmê.
Ofîsa Ericsson li Stockholmê. Wêne: Maja Suslin/TT

Dawiya salên 90î  û destpêka salên 00î şirketa telekomînîkasyonê ya swêdî Ericssonê ji bo îhaleyan bistîne bi awayekî sîstematîk bertîl bi kar anîne. Çend midûrên berê yê şirketê vê ji kanala nûçeyan a Radyoya Swêdê Ekotê re dibêjin.

Yek ji kesên ku Ericsson bertîl danê serokê berê yê Kosta Rîkayê ye. Sala 1999an Ericssonê li Panamayê 2,5 milyon kron razandine hesabê bankekê. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin ev hesabê serokê Kosta Rîkayê yê hingî Miguel Angel Rodriguez bû.

Di heman demê de Ericssonê hewl dida îhaleyeke mezin a dewletî li Kosta Rîkayê bistîne. Parêzer Peter Utterström li ser bertîldan û bertîlxweriyê pispor e. Ew li belgeyên di destê Ekotê de dinêre û dibêje ku rast be ev gelekî cidî ye.

Ericssonê pere rasterast di hesab de nerazandine, lê bi rêya şirketeke veşartî piştî  ku pere li çend welatan hatine gerandin gihîştine Kosta Rîkayê.

Peter Utterström dibêje ku ev ne bertîl be divê were eşkere kirin ka ev pereyên çi ne. Ku ev ne ji bo bidestxistina qezencekê be ev pere ji bo çi hatine bi kar anîn.

Ji xeynî vê Ericsson li Yûnanistanê jî bi bertîldanê tê sûcdarkirin. Radyoya Swêdê hewl daye bigihîje Ericssonê, lê wan ti bersiv nedaye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".