Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Zordariya li ser çapemeniyê bidine rawestadin

Hat weşandin onsdag 23 november 2016 kl 10.55
Cilla Benkö: Swêd dikare zêdetir tev bigere.
(2:05 min)
Cilla Benkö
Cilla Benkö, midûra giştî ya Radyoya Swêdê. Wêne: Mattias Ahlm

Midûrên giştî yên Radyoya Swêdê û SVT jî di nav de 13 serokên çapemenî û medyayê yên swêdî ji bo zorê li ser Tirkiyeyê bike bangî hikûmetê dikin.

Serokên radyo, televîzyon û rojnameyên swêdî yên mezin di meqaleyeke li ser rojnameya Aftonbladetê de dinivîsîn ku divê Swêd li hember hepiskirina rojnamevanan û girtina rojname û televîzyonan a li Tirkiyeyê dengê xwe bilindtir bike.

Cilla Benkö, midûra giştî ya Radyoya Swêdê, yek ji 13 serokên çapemeniyê ye ku ev meqale îmze kiriye. Ew çend mînakan ji girtina rojnameyan û hepiskirina rojnamevanan dide û dibêje divê welatekî weke Swêdê ku azadiya çapemenî û xweîfadekirinê weke hîmên girîng ên demokrasiyê dibîne û diparêze divê li hember rewşa li Tirkiyeyê zêdetir tev bigere.

  • Cilla Benkö dibêje Swêd dê heta sala 2020an 610 milyon kronî ji bo projeyên cuda yên pêşvebirinê li Tirkiyeyê belav bike, lê bi awayekî ecêb piştgiriya gotina azad ne yek ji van projeyan e. Destekdana çapemeniya azad bi projeyên cuda yên Swêdê li Ewropaya rojhilat tê meşandin û divê ev li Tirkiyeyê jî were pêk anîn.

Kenneth G Forslund serokê desteya karên derve ye. Ew dibêje rewşa ku tê îşaret kirin gelekî cidî ye û Swêd li hemberî vê bê deng namîne.

  • Kenneth G Forslund dibêje ku ev stratejî îro bihata nivîsîn dê cuda bûya. Lê dîsa jî mirov dikare weke Cilla Benkö dibêje bike û pereyan bide projeyên li ser azadiya çapemeniyê. Eger ev ne mumkin be, mirov dikare careke din li stratejiyê bi xwe binêre.

Kesên ku meqale nivîsîne:

Casten Almqvist, midûrê giştî yê TV 4-Gruppen
Cilla Benkö, midûra giştî ya Radyoya Swêdê
Per-Anders Broberg, midûrê giştî Utgivarna
Unn Edberg, serokê Sveriges Tidskrifter
Raoul Grünthal, serokê TU
Anna Gullberg, serredaktora Gefle Dagblad
Jeanette Gustafsdotter, midûra giştî TU
Viveka Hansson, Dîrektora bernameyî ya TV4-Gruppen
Jan Helin, Dîrektorê bernameyî yê SVT
Thomas Mattsson, serredaktorê Expressen
Hanna Stjärne, midûra giştî ya SVT
Christel Tholse Willers, midûrê giştî yê UR
Sofia Wadensjö Karén, seroka Utgivarna

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".