Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Det brinner i Skogsbo och räddningsledaren uppmanar alla som befinner sig i området att gå inomhus och stänga dörrar, fönster och ventilation. För mer information lyssna på Sveriges Radio P4 Dalarna.
(Publicerat idag kl 17.31)

Tesîra li ser zarokên ji dêûbavên wan têne standin dibe nayê zanîn

Hat weşandin onsdag 23 november 2016 kl 15.18
"Divê haya civakê ji tesîran jî hebe."
(1:44 min)
zarokeke xemgîn.
Wêne: Sveriges Radio.

Hejmara zarok û ciwanên ku xizmeta civakî digire bin çavdêriyê zêde dibe. Lê haya daîreyên têkildar jê nîne ka ev tesîreka çawa li zarokan dike.

Fona zarokan a Neteweyên Yekgirtî Unicef ji dibistana bilind Socialhögskolan a li Stockholmê daxwaza raporekê kiriye. Rapor li ser zarokên ku li malbateke nû yan jî li malên zarokan ên bi navê HVB-hem têne bi cih kirin hûr dibe. Di vê raporê de tê destnîşan kirin ku zanyariya li ser tesîra ku li van zarokan dibe kêm e.

Di 13 salan de zarokên ku xizmeta civakî (socialtjänsten) hay ji wan dimîne du qatan zêde bûne. Sala 2013 zêdeyê 32 hezar zarok ketine bin lênêrîna xizmeta civakî. Ji ber ku li Swêdê hejmara penaberên zarok ên bitenê zêde dibe tê texmîn kirin ku hejmara zarok û ciwanên wiha jî dê zêde bibe.

Christina Heilborn li beşê Unicefê yê li Swêdê hiqûqzan e. Ew dibêje dema ev zarok li cihên wiha têne bi cih kirin divê haya civakê ji tesîrên ku li wan dibe jî hebe.

Ev zarok koma herî maxdûr a civakê ne. Dema ew ji dêûbavên wan têne standin û li jîngeheke nû têne bi cih kirin divê civak zanibe ka çi tesîr li wan dibe. Ev berpirsiyariyeke mezin e. Lê mixabin îro ev ne wisa ye.

Wezîra zarokan Åsa regner qebûl dike ku ev mijar hatiye îhmal kirin. Lê ew berdewam dike û dibêje hikûmet vê mijarê girîng dibîne û ji bo çareseriyê dixe dora pêşîn û li ser dixebite.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".