Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hemû hedef girêdayî mayin yan nemana li Swêdê ne

Hat weşandin fredag 25 november 2016 kl 07.00
Atefe: Dûriya ji malbatê ezab e!
(3:57 min)
   Atefe gör läxor
Atefe ya 16 salî bitenê xwe gihandiye Swêdê. Wêne: Shakila Edizada/Sveriges Radio

Atefe yek ji wan bi sedan keçên temenê wan biçûk e ku bi tena serê xwe hatiye Swêdê. Ew nizane bê wê îqamê bistîne yan na, lê dîsa jî ew ji bo pêşerojê bi hêvi ye û guhê xwe pir dide xwendinê.

Atefe ya 16 salî ku li mala Eva dijî, jê re behsa mizgîniya xweş dike. Di îmtîhana dibistanê de wê pûana A standiye.

Atefe yek ji wan bi sedan keçên temenê wan biçûk e ku bi tena serê xwe hatiye Swêdê. Ew nizane bê wê îqamê bistîne yan na, lê dîsa jî ew ji bo pêşerojê bi hêvi ye û guhê xwe pir dide xwendinê.

– Ez jî weke gelek kesan pir bi stres im. Ditirsim ku min vegerînin Efxanistanê. Derheqê Efxanistanê de ez tiştekî nizanim û kesekî min li wir nemaye. Wek din ez pir li ser dibistan û xwendinê difikirim. Lê eger min vegerînin tiştek namîne. 

Atefe û çar ciwanên din ên ku bi tenê hatine Swêdê li mala Eva dimînin. Xanî mezin, sê qat e û derdor spehî ye. Atefe dibêje ew li vir rehet e û kêfa wê li cî ye. Danûstandina wê bi malbatê re xweş e. Tev bi hev re xwarinê dixwin û mîna malbatekê ne. 

Ji %10ê ciwanên ku bi serê xwe tenê Swêdê keç in. Afete berya salekê ji Îranê hatiye Swêdê. Herçend wê derheqê Ewrûpa de zêde tiştek nizaniye jî bûye rêwiya Ewrûpa.  

– Gava ku hêviya mirov namîne û mirov nikare bi malbata xwe re bijî. Gava mirov nikare di rehetî û aştiyê de bijî hingî mirov dikare dev ji her tiştî berde û li ciyekî nû, li jiyaneke nû bigere. Haya mirov jê nîne bê di rê de çi dikare were serê mirovan, mirov dikare bimre. Mirov dibe kefîlê jiyana xwe û tê. Lê dîsa jî ew dikarin mirov paşde vegerînin ciyekî ku ji şer, telîban û Daişê pê ve tiştekî din lê nîne. 

Digel ku ew nizane bê serê wê ser çi balifî ye jî, ew hewl dide bi geşbînî li jiyanê binêre. Her roj diçe dibistana ku sê saetan jê dûr e.

Carê ew diçû diçû Taekwondo jî, lê ji ber ku vêga riya çûnûhatina wê ya dibistanê pir dirêj e ew nagihe. Ew niha hemû hêza xwe dide didibstanê û dixwaze bibe beytar an jî doktora diranan. Lê hemû daxwaz û hedefên wê yên jiyanê girêdayî mayin yan nemana wê li Swêdê ye û ew jî di destê rayedaran de ye.

– Eger ew min bişînin Efxanistanê tiştekî ez li wir bikim nîne. Li Îranê jî tiştekî min nîne. Bi rastî jî rewşa me yên ku bi tenê hatine vira zehmet e. Dûriya ji malbatê bi xwe ezabek mezin e. 

Hevpeyvîna bi Atefe re ji aliyê hevkara Radyoya Swêdê ya pişka farisî Shakila Edizada ve hatiye kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".