Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Zarok ji bo tedawiya întensîv diçine derveyî welêt

Hat weşandin torsdag 24 november 2016 kl 09.38
”Swêd ji vî aliyî ve gelekî xerab e.”
(2:12 min)
Nexweşxaneya zarokan a Astrid Lindgren
Nexweşxaneya zarokan a Astrid Lindgren. Wêne: HENRIK MONTGOMERY / TT

Di tedawiya întensîv a zarokan de cih têrê nake. Ev dike ku emeliyat û tedawî bi paş ve têne dan an jî nexweşxane zarokan ji bo tedawiyê dişînine derveyî welêt.

Ji ber ku kêmasiya hemşîreyên tedawiya întensîv heye gelek cihên li nexweşxaneyên Swêdê nikarin werine vekirin. Ev dike ku nexweşxane zarokên ku gelekî nexweş in û tedawiya acil a întensîv ji wan re lazim e dişînine derveyî welêt.

Helena Winberg li Nexweşxaneya zarokan a Drottning Silvia li Göteborgê doktora bilind e. Ew dibêje divê herroj em binêrin ka dora pêşî ji kî re lazim e.

Winberg dibêje carinan ji sê zarokan re piştî emeliyatê tedawiya înstensîv lazim e, lê tenê cihek heye ji ber ku belkî cihên din bi şev hatibine dagirtin.

Di van demên dawî de kêmasiya cih zêdetir bûye. Zêdetir zarok li Swêdê çê dibin û zêdetir zarok ji nexweşiyên giran baş dibin. Lê pirê caran di rewşên wisa de tedawiya întensîv lazim e. Urban Fläring li Nexweşxaneya zarokan a Astrid Lindgren doktorê tedawiya întensîv e.

Ew dibêje carinan dema cihên tedawiya întensîv li Swêdê dagirtî ne em ji cîranên xwe yên skandînavî alîkariyê dixwazin û salê em çendek zarokan dişînine welatên cîran.

Helene Winberga li Göteborgê jî dibêje me îsal 5 zarok ji bo tedawiyê şandine Oslo.

Urban Fläring dibêje Swêd ji aliyê hejmara cihên tedawiya întensîv a zarokan ve yek ji welatên herî xerab ê Ewropayê ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".