Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Penaberên zarok ên xwendevan dê karibin li Swêdê bimînin

Hat weşandin torsdag 24 november 2016 kl 10.09
"Îmkana mana daîmî jî zêdetir dibe."
(1:40 min)
zarok dersê chê dikin.
Wêne: PONTUS LUNDAHL / TT

Ji bo penaberên zarok ên bitenê ku dixwînin karibin perwerdehiya xwe biqedînin hikûmet qanûnê diguhere. Vêga zarokên ku lîseyê dixwînin 18 salan dagirin jî heta xwendina xwe ya lîseyê xelas nekin nayêne dersînor kirin.

Berî niha penaberên bin 18 salan re ji ber ku ew zarok bûn mafê rûniştinê yê daîmî distandin. Lê ji par havînê ve ye ku zarokên bin 18 salan re ku mafê wan ê penaberiyê nîne mafê rûniştinê yê demkî distînin û dema 18 salan didagirin têne dersînor kirin. Vêga hikûmet ji bo ew karibin lîseyê xelas bikin vê qanûnê diguhere.

Ji ber ku qanûn ji aliyê gelek rêxistinên mafên zarokan ve tê rexne kirin hikûmet li ser guhertina qanûnê difikirî û vêga Partiya Jîngehê û ya Sosyaldemokrat ji bo vê guhertinê li hev kirine.

Gustav Fridolin wezîrê perwerdehiyê ye. Ew dibêje bi guhertina qanûnê re heta ev zarok lîseyê xelas nekin dê neyêne dersînor kirin. Lê heye ew karibin piştî vê jî li Swêdê bimînin.

Fridolin dibêje li gor rewşa ewlehiyê ya li welatên van zarokan piştî xelaskirina lîseyê dê biryareke nû were dan. Lê em zanin ku dema kesek demeke dirêj li Swêdê yan li Yekîtiya Ewropayê dimîne îmkana mana daîmî jî zêdetir dibe.

Di demeke kurt de hikûmet dê pêşniyazê pêşkêşî parlamentoyê bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".