Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Şaredarî di karê bicihkirina penaberan de bi ser nakevin

Hat weşandin torsdag 24 november 2016 kl 12.39
"Gelek bi xwe cih peyda dikin."
(2:12 min)
Penaberek li kampa penaberan.
Penaberek li kampa penaberan. Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Şaredarî berpirsiyariya xwe ya wergirtina penaberan baş pêk nayênin. Ji her şeş şaredariyan yekê nîvê hejmara ku divê werbigire nedagirtiye.

Îro salek ser jidandina qaîdeyên penaberiyê re derbas dibe. Bi vê jidandinê re hejmara penaberên ku têne Swêdê bi awayekî mezin kêm bûye.

Vêga dewlet hewl dide penaberên heyî li Swêdê bi cih bike û ev berpirsiyariya şaredariyan e.

Li gor qaîdeyê divê şaredarî heta dawiya salê 21.700 penaberên ku mafê rûniştinê standine bi cih bikin. Lê heyvek ji salê maye û tenê ji sedî 57ê penaberan hatine bi cih kirin. Ji sedî 45ê şaredariyan nîvê hejmara ku divê ew werbigirin jî nedagirtine.

Vêga gelek şaredarî dixwazin ku dewlet vê hejmara mecbûrî kêm bike an jî dema bicihkirinê dirêj bike.

Peter Danielsson li Helsingborg ji Partiya Moderatan endamê rêveberiya şaredariyê ye. Ew dibêje di eslê xwe de hejmara penaberan ku şaredarî bi cih dikin zêdetir e. Ji ber ku ji bilî yên ku bi destê şaredariyê têne bi cih kirin gelek penaber jî bi xwe xanî peyda dikin û bar dikin. 

Kontenjana ku dewlet dideyne tê wê maneyê ku penaber bi destê şaredariyê têne bi cih kirin. Lê bi hezanan penaber jî bi xwe xanî peyda dikin û bar dikin. Li bajarekî weke Helsingborg ku her mezin dibe û kêmasiya xaniyan heye bicihanîna kontenjanê zehmet e.

Hejmarên Daîreya Koçê nîşan dide ku 32 000 penaber bi xwe xanî peyda kirine. Hejmarên Daîreya Koçê nîşan dide ku 32 000 penaber bi xwe xanî peyda kirine. Ev sê caran ji hejmara ku heta niha hatine bi cih kirin zêdetir e. Peter Danielsson dibêje bila ev jî di nav hejmara mecbûr de were hejmartin. Li gor wî herwiha penaberên ku malbatên xwe tînine Swêdê jî nayêne hejmartin. Ew dibêje şaredarî zilamekî bi cih dike peyre hemû malbata wî jî tê. Divê ev jî were hesab kirin.

Şaredariyên ku di karê bicihkirina penaberan de herî xerab in bajarên mezin in û yên herî baş yên biçûk in.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".