Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hikûmet rêveberiya nû ya Karolinskayê tayin dike

Hat weşandin torsdag 24 november 2016 kl 15.32
Serokê nû: Divê em şewqa Karolinskayê bi paş ve bînin.
(1:17 min)
Berê Karolinska institutet.
Wêne: Tomas Oneborg/SvD/TT.

Piştî skandala Macchiarini hikûmet îro rêveberiya nû ya Enstîtuya Karolinskayê pêşkêş dike. Wezîrê parastinê yê berê Mikael Odenberg dibe serokê Enstîtuya Karolinskayê.

Bernameya SVT Dokument inifrån destpêka îsal derxiste holê ku cerahê îtalî Paolo Macchiarini ku li Karolinska kar dikir di xebatên xwe de sextekarî û şaşiyên mezin kirine û çend ji nexweşên wî mirine. Piştî vê serokê Karolinskayê Harriet Wallberg û temamê rêveberiyê îstifa kir.

Îro hikûmetê rêveberiyeke nû ji bo vê zanîngeha bijîşkî tayîn kir û li gor vê serokê nû wezîrê parastinê yê berê ye.

Wezîra perwerdehiya bilind û lêkolînan Helene Hellmark Knutson diyar dike ku divê baweriya bi Karolinskayê ya şikestî were tamîr kirin. Loma destpêkeke nû pêwîst e.

Serokê nû Odenberg dibêje ez berpirsiyarike mezin hîs dikin. Navê Karolinskayê li welat û derveyî welat lewitiye û divê vegere ser rewşa xwe ya berê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".