Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Berdevkên berê yên Partiya Jîngehê rexneyên tûj lê dikin

Hat weşandin fredag 25 november 2016 kl 09.35
"Partiya Jîngehê weke Sosyaldemokratan tev digere."
(2:36 min)
Jonas Eriksson û Lotta Hedström
Jonas Eriksson û Lotta Hedström. Wêne: HENRIK MONTGOMERY / TT

Damezrênerên partiyê ji di nav de 8 serokên berê yên Partiya Jîngehê îro bi meqalekeyeke li ser rojnameya Dagens Nyheterê rexneyên tûj li rêveberiya partiyê dikin. Ew dinivîsin ku Partiya Jîngehê di pirsên sereke yên partiyê de serê xwe li ber Partiya Sosyaldemokratan ditewîne.

Partiya Jîngehê bi ya Sosyaldemokratan re yek ji herdu partiyên hikûmetê ye. Ji hinga partî ketiye hikûmetê ve rexne û skandal jê kêm nebûne.

Pêşî wezîrê avahiyan Mehmet Kaplan ji ber têkiliyên wî yên bi îslamîstan re bi zorê îstifa kir. Pey vê re jî gelek kesên din ji ber heman tiştî ji partiyê îstifa kirin. Rexneyeke din a mezin ku tim li partiyê tê kirin jî li ser pirsên partiyê yên bingehîn ên li ser jîngehê ne.

Ev cara pêşîn e ku partî bi vî awayê mezin tê rexne kirin. Her heşt berdevkên berê ku di DNê de dinivîsin dibêjin partî dev ji bicihanîna hedefên xwe berdaye û rêveberî berpirsiyariya xwe bi cih nayêne û sûc ji ser xwe diavêje. Ev jî partiyê dibe ber sînorê krîzeke mezin.

Herwiha tê diyarkirin ku Partiya Jîngehê weke Sosyaldemokratan tev digere û alternatîvbûna xwe ku yek ji bingehê partiyê ye winda dike.

Yek ji berdevkên berê ku ev meqale nivîsiye Lotta Hedström e. Ew dibêje dema mirov di hikûmetê de hedefa sereke ne ew e ku mirov di hemû pirsan de bi partiya din re li hev bike û hewl bide tim li ser maseyê bimîne. Divê mirov bi demdirêjî hay ji partiya xwe jî hebe û li hilbijartin û periyoda pêşiya xwe bifikire da ku platformeke axaftinê ji xwe re çê bike. Naxwe partî yê li derveyî parlamenê bimînin.

Lê serokê koma partiyê ya parlamenê Jonas Eriksson dibêje na, dema partiyeke wekeya me dikeve hikûmetê de alîgirên wê her piçekî kêm dibin û ew bawer nake ku ev ê gelekî cidî be. Ew herwiha dibêje ku partî di gelek hedefên xwe de bi serketiye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".