Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hunera Lars Vilks Nimis şewitî

Hat weşandin fredag 25 november 2016 kl 11.50
Heye hatibe şewitandin.
(1:14 min)
Nimis dişewite.
Nimisa Lars Vilks dişewite. Wêne: Björn Lindgren/TT

Berhema hunerê ya Lars Vilks, Nimis doh bi şev şewitî. Polîs guman dike ku berhem bi zanayî hatiye şewitandin. Berî niha jî hin cihên Nimis şewitîbûn.

Vilks beriya 35 salan li parka parastî ya berav a Kullaberg li Skåneyê dest bi vê berhema xwe ya ji dep û daran kir û ew hê jî bi ser ve zêde dike. Ew bi xwe ji ber hin berhemenên xwe yên din bi rasîstiyê tê sûcdar kirin û gelek caran rastî êrîşan hatiye. Wî sala 2007 di rojnameyeke herêmî de wêneyê pêxember Mihemed çê kiribû û tehdîd û êrîşên ser wî hingî dest pê kirin.

Ew gelek caran ji aliyê îslamîstan ve di lîsteyên kuştinê de hatiye nivîsîn û gelek caran hewlên kuştina wî rasterast jî hatine dîtin. Tê bawer kirin ku di êrîşên par ên li Kopenhagenê de Vilks yek ji hedefan bû. 

Tê texmîn kirin ku sedema şewitandina berhema wî ya vê carê jî yek ji encamên tehdîd û êrîşên ser wî ye. Lars Vilks dibêje ew ê cihên şewitî yê berhemê tamîr bike. Berhema wî li herêmê yek ji ziyaretgehên girîng ên turîstîk e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".