Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Xortê ku ’mala’ wî daristan û tuwalet in

Hat weşandin tisdag 29 november 2016 kl 07.00
”Mirina li vir ji vegera Efxanistan çêtir e”.
(3:58 min)
Ensamkommande Babak
Ciyê li daristanê ku xortê efxanî bi heftiyan lê dima. Wêne: Babak Parham / Sveriges Radio

Gelek zarok û ciwanên ku bi tenê hatine Swêdê piştî ku temenê wan digihîje 18ê eger ew îqamê nestînin dikarin bêmal, alîkarî û nasname bimînin. Hingî ew li kolanê xwe di rewşeke şepirze û derbeder de dibînin.

Ciwanekî 18 salî ku em ê jê re bêjin Amir yek ji wan kesan e ku vêga di halekî wisa de dijî. Amîr li daristanê tiliya xwe bi ciyê ku ew nêzîkê sê heftiyan lê maye dike û dibêje:

– Ez 20 rojan li vir raziyam. Gelekî zehmet bû. Gava reda min ya dawî hat rewşa min xerabtir bû. Karta min ya LMA ji min standin, alîkariya pereyan ji ser min birîn û ji xaniyê ez lê dimam berdane min. Loma min xwe li daristanê girt.

Li gor qanûneke ku di havînê de kete dewrê kesên bin 18 salî re ku bi tenê hatine Swêdê wextê mafê rûniştinê nestînin gereke vegerine welatê xwe, yan na hemû alîkarî ji ser wan tê birîn. Loma di roja 18 saliya xwe de Amir bênan û bêmal maye li derve. 

Ew dibêje şevên daristanê cemidî bûn û wî nikarîbû bi rihetî raze, lê dîsa jî qîma hin kesan nehatiye û li daristanê hatine bi wî pev çûne.

– Hatin û kirine pitepit ku çima ez ji Swêd naçim û ku min ciyê bacdêran dagir kiriye. Ez tirsiyam û min ji wir çûm. 

Amir ji daristanê bar dike tuwaleta avahiyeke resmî. Ew tuwaletê nîşan dide û dibêje:

– Ev der germ bû, xweş bû û ceyran hebû ku ez mobîla xwe jî şerz bikim.

Amir bi eslê xwe efxanî ye, bes ew li Îranê ji dayik bûye. Û niha Swêd dixwaze wî bişîne Efxanistanê. Lê ew dibêje bi tu mercan ew ê şiyandina Efxanistanê qebûl neke, ji ber ku ew ne wir nas dike, ne jî kesekî wî li wir heye. Ew dibêje şiyandina Îranê ji min re çêtire, lê Îran min nahewîne.

Vê dawiyê gelek kesên ku bin 18 salî re ne û bi tena serê xwe hatine Swêdê mane li kolanan û di şertên dijwar de dijîn. Hevalekî Amir yê 17 salî ku di rewşweke xerab de bû berya çend mehan xwe kuşt. Ew dibêje gava xebera întixara hevalê xwe bihîstiye wî bawer nekiriye.

– Şevekê berê ez pê re axivîbûm. Roja din gava min bihîst ku wî xwe kuştiye min bawer nekir. Ez çûm xaniyê ew lê dima, min nerî ku polîs li wira ne. Hevalê min xwe daleqandibû. Ez mam behitî. 

Amir dibêje ez behitî mam, lê wextê pirsa pêşerojê jê tê kirin ew bi xwe jî weke alternatîveke muhtemel behsa çûna cem hevalê xwe yê mirî dike.

– Taqeta min nemaye. Ez hew îdare dikim. Belkî gereke ez jî herim xwe di ber wî re dirêj kim. Ew jî zarokek normal ê bêxwedî bû. Kesî ew cidî negirt.

Di şûna şiyandina Efxanistanê de ez li vir bimrim çêtir e.

Hevpeyvîna bi Amir re ji aliyê hevkarê me li Radyoya Swêdê pişka farisî, Babak Parham ve hatibû kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".