Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Li Tenstayê çete bi deng têne tirsandin

Hat weşandin fredag 25 november 2016 kl 14.32
"Encamê dide."
(1:06 min)
Tensta Galleria
Tensta Centrum. Wêne: Christy Chamy/Sveriges Radio

Li Tenstaya li Stockholmê ji ber çeteyên narkotîkafiroş gelek kes nearam dibin. Ji bo çete ji cihên navendî werine bi dûr xistin dengê bi frekansên bilind tê bi kar anîn.

Cihek ji yên ku ev çete bi kar tînin garaja navendî ya Tenstayê ye. Ji bo çete werine tirsandin û hew werine wir sîstemeke dengê bi frekansên bilind hatiye danîn.

Ev heyvek e ku ev sîstem li garaja navendî hatiye danîn û xwediyê avahiyê Mats Carinder dibêje ev çareserî dixebite.

Ew dibêje ev di eslê xwe de ji bo tirsandina mişk û kitikan e, lê mirovan jî gelekî aciz dike û encameke baş daye. Êdî ev çete hew têne garajê. Em naxwazin wan li navenda bajêr bibînin, bila herin li daristanê bazara xwe bikin.

Îro sîstem ji bo derdorê aciz neke hatiye eyar kirin. Mats Carinder dibêje em vêga vê test dikin. Ku derdor jê aciz bibe em ê bidine rawestandin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".