Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Berdevka nû rexneyên ji damezrêneran qebûl nake

Hat weşandin fredag 25 november 2016 kl 15.44
"Ku mirov bi hikûmetê re be divê mirov li hev bike."
(1:42 min)
Isabella Lövin (MP)
Isabella Lövin (MP) Wêne: Izabelle Nordfjell/TT

Li gor Lövin partiyê serê xwe ewqasî li ber sosyaldemokratan netewandiye û ew li ser mijarên sereke yên weke koçberî, lînyîta Vattenfalê û peymana temrînên Natoyê li Swêdê  ji ya xwe nehatine xwarê.

Li gor wê helbet dema mirov bi hikûmetê re be û bi wan re guhertinên baş pêk bîne divê mirov di hin pirsan de li rêya lihevkirinê bigere. Mirov dikare li derve jî bimîne û hema probleman îşaret bike. Wê demê tesîra ku mirov dikare  bike jî kêm dibe.

Ev demek e ku 4 ji parlamenterên Partiya Jîngehê weke protestoyê beşdarî civînên partiyê yên parlamenê nabin. Yek ji wan parlamenterê bi esle xwe kurd Cebar Emîn e.

Vêga wezîrê avahiyan ê ji Partiya Jîngehê Peter Eriksson dibêje yan bila ev her çar kes beşdarî civînan bibin an jî bila ji partiyê derkevin.

Ew dibêje divê ew beşdarî civînan bibin û qebûl bikin ku em di hin pirsên zehmet de li gor daxwaza piraniyê biryarê didin. An jî bila dev ji partiyê berdin û herine partiyeke din. 

Ew herwiha rexneyên ku ji berdevkên berê tên jî hinekî mafdar dibîne. Li gor wî serokên partiyê dikarin karê xwe baştir bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".