Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Zeftkirina di dema dersînrokirina bizor de bixeter e

Hat weşandin måndag 28 november 2016 kl 08.53
"Ev teknîkeke bixeter e"
(2:33 min)
John Parkes och illustration på grepp som försvårar andning
John Parkes säger att det är farligt att använda den greppteknik som pressar männsikor framåt. Det försvårar andnigen. Illustrationen är från en tvångsutvisning där Abdel hölls fast som på bilden. Utvsingen slutade med att han dog. Wêne: Sofia Boo/SR. Illustration: Giuseppe Cristiano

Dema karmendên dezgeha lênerîna tawankaran, Kriminalvården, kesan bizor dersînor dike pêgirtin û zeftkirinên bixeter bikartînin.

Yên pispor vê teknîkê şermezar dikin, li gor bernameya Radyoya Swêdê, Kaliber.

Teknîka hatiye bikaranîn kare sebebê mirina zilamê ku di 2015 de ji Swêdê hate dersînorkirin, li gor doktorê hiqûqî.

Ingemar Thiblin, profesor e di pizîşkiya dadwerî de li zanîngeha Uppsalayê û yek ji pisporên herî mezin e di mijara awayên cuda yên girêdayî kêmaniya oksîjenê li Swêdê. Ew dibêje ev teknîk bi tirs e.

Ev zilamê ku di 2015 de di dema dersînorkirina bizor de mir, li hember karmendên dezgehê berxwe da û ji aliyê karmendan ve bizor, xwar bi pêş ve hate daqûlkirin dema di kuriyê teyarê de rûniştî bû.

Li gor doktor ev teknîka ku karmendên lênerîna tawankaran bi kar anîne li gel wê ku rewşa nefsî ya ev zilam tê de bû û tengahiya ciyê rûniştina wî bûn sebebê kemaniya oksîjenê û mirina wî.

Du karmend ji ber sebebê tawana mirina kesekî din gumanjêkirî bûn lê pêşlêkolîn betal bû û yek ji sebeban ew bû ku wan li gor qaîdeyên dezgeha lênerîna tawankaran kar kirine.

John Parkes, doktor e di warê zanistiya pizîşkî de û yek ji pizporên herî mezin li birîtaniya yê dibêje ku ev teknîk bixeter e û divê neyê bikaranîn.

-Eger ez di şûna karmendan de bama min ev teknîk bi kar nedianî. Kesekî bi pêş ve bi hêz danexînim xwarê. Min kesek di vê teknîkê de jî perwerde nedikir.

Ev awayê teknîkê ji aliyê Polîs ve nayê bikaranîn ji ber wekî teknîkeke bixter têne dîtin.

Jonas Lexell ji beşê ewlekariyê yê dezgeha lênerîna tawankaran dibêje ev teknîk ta nuha ya herî ewle ye lê piştî ku bernameya Kaliber dest bi vê lêhûrnerînê kiriye, ew îca dibêje ku wê jinûve li awayê karê xwe binerin. Lê di halê hazir de hîna vê teknîkê bi kar tînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".