Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ji ber êşa sinetkirinê giliyê dorktor kiriye

Hat weşandin måndag 28 november 2016 kl 12.21
”Baş benc nekiribûn”
(1:22 min)
.
Foto: Hasse Holmberg /Scanpix.

Bavek li herêma Skåne giliyê doktorê kurê wî sinet kir, kiriye. Zaroka wî ya du mehî ji ber êşa emeliyatê nefes lê çikiya û bav guman dike ku kurê wî baş nehatibû benckirin.

Beşê nûçeyên telefizyona Swêdê radigihîne ku doktorê li navenda lênerîna tendurustiyê, Vårdcentral ,li Malmö kar dike nuha rastî gilîkirinê bûye ji aliyê Bashar Qazaz ve.

Dora li ser kirlînka ku bi tenê di temamê herêma Skåne de emeliyatên sinetkirinê dike dirêj e û ji ber wê jî gelek berê xwe didin derveyî welat ji bo sinetkirina kurên xwe yan bi awayekî şexsî û prîvat çê dikin.

Bashar Qazaz bihîst ku li navenda lênerînê ya "Blomman" li Malmöyê bi sinetkirinê radibe û ji ber wê kurê xwe bibe bo wê derê.

Lê ew behsa emaliyateke bi êş dike, kurê wî bi zor girtin ta nefesa wî ji ber êşê çikiya. Bashar Qazaz bawer dike kurê wî baş benc nekiribûn û ji ber wê nuha giliyê doktor li ba Dezgeha çavdêriya ji bo lênerîna tendirustiyê kiriye.

Li gor doktor bi xwe hertişt baş derbas bû û ku wî ti şaşî nekirine.

Bashar Qazaz baweriya wî bi emeliyatê nehat û kurê xwe bir Danmark, li wê derê gotin ku ew baş nehatiye emeliyatkirin û ji nû ve kurê wî bi aramî sinet kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".