Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ewrûpa ji bo Şengal û Nînewa otonomiyê dixwaze

Hat weşandin måndag 28 november 2016 kl 15.42
Adaktusson: Divê zext li Iraq û Kurdistanê were kirin!
(3:28 min)
Lars Adaktusson framför affischen med Nadia Murad och Limaya Aji Bashar
Lars Adaktusson (KD) îro li Stockholmê beşdarî kombûneke derbarê rewşa êzidiyan bû. Wêne: Besir Kavak, Sveriges Radio

Berya mehekê, di 27ê cotmehê de Parlamentoya Ewrûpa beyannameyek qebûl kir. Di beyannameyê de ji bo herêma Nînewa û Şingalê xweserî, ango awayekî otonomiyê tê xwestin. Yek ji însiyatîfgirên pêşniyazê parlamenterê Demokratên Xiristiyan ê Ewrûpa Lars Adaktusson e.

– Em lê dinêrin bê piştî ku Daiş ji Mûsilê hate derxistin Yekîtiya Ewrûpa dikare çi bike? Çi berprisiyariyan dikare bîne cî? Gereke em xwe ji hingî re hazir bikin. Lewra beyannameya ku hatiye qebûl kirin daxwaza xebateke sêalî dike. Yek jê aliyê mirovî ye, divê alîkariya insanî were dayin. Xala diduyan ew e ku em alîkariyê bidin hêzên herêmî ku bikaribin xwe biparêzin. Xala sêyem jî desteka siyasî ye. Divê em ji bo deşta Nînewa ku gelek mesîhî lê dijîn û herêma Şengalê ku êzidî lê dijîn piştgiriyê bidin ku ew herêm bibin otonomî yan jî xweserî.

Ev pêşniyaza ku Lars Adaktusson behsa wê dike meha derbasbûyî bi piştgiriyeke mezin ji aliyê Parlamentoya Ewrûpa ve hate pejirandin. Ji bo danûstandina gelên li herêmê re derbarê vê pêşniyazê de parlamento grûpek wezîfedar kiriye. Adaktusson jî weke endamekî vê grûpê çûye herêmê û hevdîtin li dar xistine. Ew dibêje pêşniyaza Ewrûpa bi dilê êzidî û xiristiyanên li herêmê ye. 

Lê bi daxwaza gelên herêmê û qebûlkirina Parlamentoya Ewrûpa tu encam nayêne standin. Berya her tiştî divê dewletên Yekîtiya Ewrûpa pêşniyazê qebûl bikin.

– Niha xebat têne kirin ku dewletên endam piştgiriyê bidine beyannameyê. Ku komîsyon li gor vê çarçoveyê tev bigere. Pir girîng e ku Yekîtiya Ewrûpa yekdeng be û xwedî li pêşniyazê derbikeve. Lê ez bihêvî me ku gava mesele hate ser maseyê em bikaribin ji gotinê derbasî çalakiyê bibin.

Niha hem divê dewletên endamên Yekîtiya Ewrûpa vê daxwazê bipejirînin, hem jî zext li Îraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê were kirin ku ew jî xwe bidin ber çareseriyeke siyasî ya bi vî şêweyî. 

– Ji aliyê destûra Îraqê ve îmkaneke siyasî ya xweseriyê ji bo van herdu herêman heye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gor vê destûrê hatiye ava kirin. Divê zextên navneteweyî li aktorên herêmê, di serî de jî li hikûmeta Îraqê aliyê kurd werine kirin ku ew otonomiya ji bo Nînewa û Şingalê qebûl bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".