Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Şef bi tawana li dijî yasaya mafê gelan gumanjêkirî ne

Hat weşandin måndag 28 november 2016 kl 15.35
Şirket van sûcan inkar dike
(1:18 min)
Oljeplattform
Wêne: Pi Frisk û Thomas Oneborg/TT

Du şefên bilind di şirketa petrolê ya Lundin Petroleum de bi tawana giran li dijî yasaya mafê gelan li Sûdanê gumanjêkirî ne. Lê şirket di nameyeka vekirî de van sûcan inkar dike.

Serokê komîteya şirketê Ian Lundin û berpirsiyarê giştî yê şirketê Alex Schneiter bi yarmetîdana tawana giran ya li dijî yasaya mafê gelan gumanjêkirî ne.

Ev tawan wê di navbera salên 1997-2003 de rû da bin û derbarê cîguhertin û mecbûrkirina xelkên herêmê ji erdên xwe bar bikin da ku şirket hêsantir ji petrolê berhemderbînin li başûrê Sûdanê.

Di nameyeke vekirî de ku îro li ser malpera şirketê hate weşandin Ian Lundin dinivîse ku li gel dozger hevkar in û hêvî dike ku ev pêşlêkolîn giheştibe qonaxa dawî. Ew her hemû sûcên hember wan inkar dikin û dinivîsin ku ew herdem piştgîrên aştiyê ne li Sûdanê.

Lê li gor rêxistinên mafê mirovan 10 000 kes hatine kuştin û 200 000 kes koçber bûne bi destê leşkerên sûdanî û grûpên çekdar.

Di nav wan de Amnesty International dibêje ku Lundin bi hebûna xwe di herêmê de hiştiye ku ev nakokî xirabtir bibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".