Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Şagirdên swêdî di matematîkê de baştir bûne

Hat weşandin tisdag 29 november 2016 kl 10.20
Encamên pîvanên berê xirab bûn
(1:39 min)
Şagirdên swêdî di matematîkê de baştir bûne
Wêne: Henrik Montgomery/TT

Şagirdên swêdî di matematîk û xwezanasiyê (fîziya, kîmiya û biyolojiya) de baştir bûne, li gor encamên lêkolîna cîhanî, Timss, ya zaniyariyan li ba şagirdên di pêngava bingehîn de dipîve.

Îro dezgeha dibistanan, Skolverket, encamên lêkolîna Timss ya li meylên navneteweyî di warê matematîk û xwezanasiyê de dinere,  

(Trends in International Mathematics and Science Study) pêşkêş kir. Ev lêkolîn asta zaniyariyê li ber şagirdên sefê çar û sefê heştan dipîve û encamên vê salê diyar dikin ku şagirdên swêdî di madeya matematîkê û xwezanasiyê de ji berê başit bûne.

Lê li ser asta navneteweyî di vê pîvanê de Sîngapor ya herî biserketî ye, bi poanên herî bilind di her du madeyan de û di her du sefan de.

Asta şagirdên swêdî li ser asta navencî de bû.

Wezîrê perwerdeyê Gustav Fridolin derbarê encamên lêkolînê kêfxweş e:

-Ev serkeftineke karî ye bo şagird, mamoste û mûdîrên Swêdê. Her poanek nîşana xebateke giran e.

Ya herî giring li go Fridolin derbarê wê bû ku ji mamosteyan re derfeta dema bêhtir ji bo perwerdekirina berdewam hate pêşkêş kirin û ku hikûmet beşdarî fînansekirina wî beşî bû. Lê bêguman pesnê encamên lêkolînê tenê ji dibistanê bi xwe re ye.

Swêd di van salên dawî de di pîvanên navneteweyî wekî ya Timss û Pisa de xwedî encamên xirab bû û ji ber wê encamên lêkolîna îro hate pêşkêşkirin mizgîniyek bû.

Lêkolîna Timss her çar salan carekê têne kirin û berpirsê wê rêxistina warê zanistî û perwerdeyê, IEA ye, The International Association for the Evaluation of Educational Achievement.

Piştî heftiyekê wê lêkolîna Pisa (Programme for International Student Assessment) jî ya ji bo 2015 eşkere bibe. Lêkolîna Pisa li derfet û şiyana di warê matematîk, xwezanasiyê û têgihiştina xwendinê li ba 15 saliyan dipîve.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".