Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Şaredarî alîkariya bêmalan nake

Hat weşandin tisdag 29 november 2016 kl 14.55
”Ew guh nadin bêmalan”
(2:05 min)
Şaredarî alîkariya bêmalan nake.
Wêne: Hasse Holmberg / TT

Hejmara kesên bêmal di temamê Swêdê de bêhtir dibe. Lê kêm şaredarî plan danîne bo awayê peyda kirina ciyekî ji wan re herçend ku ev li ser şaredariyan erk e.

Marika Markovits, mûdîra Stadsmissionen, rêxistina xêrxwaz ya yarmetiyê pêşkêşî bêmalan dike, rexneyên wê hember şaredariyan hene û dibêje ku ew ji berpirsiyariyê bi hêsanî difilitin.

-Di halê hazir de çi nabe dema şaredarî guh nedin erka li ser wan heye, ku planên nû deynin ji bo rewşa bêmalan. Marika Markovits dibêje ku ew karin wekî nimûne cezeya pereyan bidin eger bi berpirsiyariya peydakirina ciyê manê ji bo bêmalan ranebin. Ev grûp herî berxeter e di civakê de û têne jibîrkirin û ji ber wê jî em zêdebûnê dibînin.

Li gor yasaya pêşkêşkirina xaniyan divê şaredarî di her dema wezîfeyê de planeke ji bo bê wê şênî çawa xaniyekî werbigirin deyne.

Nîvê hejmara şaredariyên Swêdê ev plan danenîne. Ev hejmar ji Dezgeha pirsên xaniyan, Boverket, tên û dezgeh di pirsnameyekê de ji şaredariyan pirsiyê bê çima wan li dijî yasayê kirine.

Lêkolera dezgehê Annette Rydqvist dibêje ku bersiva wan ew e ku wan aborî û kompetensa têr ji vê yekê re tune ye.

Yek ji şaredariyên bi berpirsiyara xwe rabûye Norrköping e. Şaredarî hem planek daniye ji bo bêmalan  û hem jî alîkariya aborî ji wan re fînanse kiriye ji zêdebûna qezencên şirketên xaniyan yên bi ser şaredariyan ve.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".