Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Êrîşên terorîstî yên li Parîs û Brukselê

Girêdana wî bi torên islamî yên li Swêdê ve hebû

Hat weşandin onsdag 30 november 2016 kl 10.29
”Ew li Swêdê radîkalîze bû”
(1:55 min)
.
Wêne: Claude Paris

Yek ji wan kesên girêdana wan bi Swêdê ve heye û şika tevlîbûna di êrîşên terorîstî yên li Parîs û Brukselê rûdan ji wan têne kirin dema li Swêdê bû tevlî torên islamî ya şidetxwaz bû.

Bernameya telefizyona swêdê Uppdrag Granskning di bernameya xwe ya îro de vê yekê eşkere dike.

Mohamed Belkaid yê 35 salî di adarê de li Brûkselê di biserdegirtineke li dijî terorê hate kuştin. Li gor dezgehên belgîkî ew xwedî roleke mezin bû di êrîşên terorîstî yên par li Parîsê û vê buharê li Brûkselê rûdabûn de.

Belkaid di navbera 2010 û 2013 de li Swêdê dijiya. Li gor bernameya Uppdrag granskning ew di têkirliyê de bû bi zilamekî re yê ji aliyê polîsên itixbaratên gelek welatan ve wekî kesekî terorîsmê fînanse dike û kesan ji bo tevlîbûna êrîşên terorîstî peyda dike, hatiye destnîşan kirin.

Belkaid li ba vî zilamî di dikana wî ya li Stockholmê de praktîk kir û li gor çavkaniyên ku bername bi wan re axiviye her ev zilam bû yê Belkaid radikalise kir û ev rê nîşanî wî da. Dema Belkaid ji Swêdê bar kir berê xwe da Sûriyê û li wê derê bi Dewleta Islamî re kete têkiliyê de û ji wan xwest ku bibe xwe xwekujer.

Li gor bernameya telefizyona Swêdê ev zilamê ku li Swêdê bandor li Belkaid kir li ba polîsê istixbaratê Swêdê naskiriye lê ta nuha hîna ji ber tawanên terorîstî nehatiye mehkûmkirin. Li gor Dezgeha qeydê ya ev zilam li Swêdê najî lê çavkaniyên bernamayê dibêjin ku ew hîna çalak e û li mêrên genc digere da wan qane bike ku tevlî Dewleta Islamî, Daiş bibin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".