Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Îro dadgeha Leylani bû

Hat weşandin onsdag 30 november 2016 kl 16.25
Dozger: Leylanî gereke were cezakirin.
(1:27 min)
Fallet hets mot folkgrupp. Förhandling pågår - stängda dörrar
Doza ”tehrîka li dijî miletekî” li Dadgeha Destpêkî ya Stockholmê tê dîtin. Wêne: Besir Kavak, Sveriges Radio

Îro dadgeha cîgirê serokê berê yê Federasyona Tirk li Swêdê Barbaros Leylanî bû. Doz ji ber gotinên wî yên di xwepêşandaneke Stockholmê li hemberî ermeniyan hatiye vekirin.

Dozger Olof Vrethammar xwest ceza li Leylani were birîn.

– Mesaja ku Leylani daye pir tehdîtkar e. Ew gihaye derdoreke berfireh û ew li balkişandinê geriyaye. Lewra doz bi navê tehrîka giran a li dijî miletekî hatiye vekirin û bi min gereke ew cezayê xwe bixwe. 

Îsal meha nîsanê di xwepêşandaneke li Stockholmê de li ser navê Federasyona Tirkî ya li Swêdê Barbaros Leylani axavtinek kiribû û tê de gotibû "ji kûçikên ermenî re mirin, mirin". 

Di dadgeha îro de Leylani ji bo van gotinên xwe lêborîn xwest û parêzerê Leylanî Ismo Salmi jî got qesta miwekîlê wî terorîstên ermenî bûne yên ku li hemberî azeriyan şer dikin. Û lewra wî daxwaza beraata Leylani kir.

Derbarê vê dozê de sibê em ê raporeke berfireh biweşînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".