Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hemû şaredarî divê pêşwaziya penaberên nûhatî bikin

Hat weşandin onsdag 30 november 2016 kl 15.17
Ew karin bêne ceza kirin
(1:19 min)
Şaredarî demeke dirêjtir werdigirin da ku pêşwaziya penaberên nûhatî bikin. Ev tedbîr îro ji aliyê wezîra bazara karî Ylva Johansson ve hate pêşkêş kirin.
Wêne: Claudio Bresciani/TT

Şaredarî muhleteke dirêjtir werdigirin da ku pêşwaziya penaberên nûhatî bikin. Ev tedbîr îro ji aliyê wezîra bazara karî Ylva Johansson ve hate pêşkêş kirin.

Hikûmet di heman demê de agahiyê dide ku amade ye şaredariyan ceze bike eger li gor yasaya peydakirina ciyê manê kar nekin.

Hikûmet îro çare û tedbîrên nû ji bo hêsankirina proseya şaredariyan ya pêşwazîkirina peneberan pêşkêş kir. Di halê hazir de ji gelek şaredariyan re zehmet e ku ciyên manê, ango xaniyan ji bo penaberan li ba xwe peyda bikin. Û li gor tedbîrên nû wê şaredarî demeke dirêjtir werbigirin ji bo pêşwazîkirina penaberên nû.

Hikûmet herweha ragihand ku hemû şaredarî divê li gor qanûna bicîkirinê kar bikin da ku penaberên nûhatî pêşwazî bikin. Û derbarê wan şaredariyên ku li gor şert û mercên vê qanûnê nekin hikûmet amade ye tedbîrên cezekirinê deyne.

Wê îsal 21 702 penaberên nû li ser şaredariyên Swêdê bêne dabeşkirin. Ev hejmar ew in yên wê şaredarî wê ji wan re xaniyekî pêşkêş bike wekî din gelek penaber bi serê xwe ciyek ji xwe re peyda kirine.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".