Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

"Kurd ji zordariya dewletê direvin"

Hat weşandin onsdag 30 november 2016 kl 16.56
Dilşad: Em çiqasî ji Tirkî dûrtir bin baştir e.
(5:07 min)
Ala tirk li Stenbolê.
Piraniya kesên ku ji Tirkiyeyê direvine Ewropayê dîsa jî kurd in. Wêne: Emrah Gurel/AP/TT

Statîstîkên Daîreya Koçê nîşan didin ku îsal penaxwazên ji Tirkiyê ku têne Swêdê du qatan zêde bûne. Heman zêdebûn li welatên din ên Yekîtiya Ewropayê jî tê ditin. Herî zêde jî kurd direvin.

Ji bilî kesên ku bi eslê xwe tirk ku piştî hewldana darbeyê ji dewletê direvin hejmara kurdên ku direvin jî zêde dibe.

Dilşad û hevalê wî Harûn her du 28 salî ne. Wan ji Tirkiyeyê bi qaçaxî xwe gihandine Yûnanistanê û li wir hatine girtin. Hedefa wan herduyan Swêd e, lê ew dibêjin bi temamî ji Tirkiyeyê ew 9 kes in ku dixwazin herine welatên cuda yên Yekîtiya Ewropayê. Harûn dibêje me ji qaçaxçiyên efxan botek kirê kir, me li çem da û em hatin.

Dilşad û Harûn ji ber çalakiyên siyasî yên di partiya HDPê de heryekî 7 sal ceza standine. Wan biryar biriye dadgeha bilind a temyîzê. Lê ew li hêviya biryara dadgeha bilind nesekinîne.

Dilşad dibêje hê dadgehê biryara xwe eşkere nekirî me baz da, ji ber ku piştî hewldana darbeya leşkerî rewşa ku ji bo kurdan jixwe xerab bû xerabtir bû û me nikarîbû li Tirkiyeyê bijî.

Kurdekî din ku xwe ji Tirkiyeyê gihandiye Swêdê Şêristan e. Ew beriya du mehan hatiye Swêdê û serî li penaberiyê daye.

Ji bo hevpeyvînan li deng guhdarî bikin.

 


Robîn Şahîn

robin.sahin@sverigesradio.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".