Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Piştgîriya ji bo partiyên sorûkesk zêde dibe

Hat weşandin torsdag 1 december 2016 kl 09.42
"Ev lêkolîna herî mezin e"
(3:27 min)
Piştgîriya ji bo Moderatan kêmtir dibe
Wêne: Maja Suslin/TT

Bîroya statistîkê ya navendî, SCB, îro lêkolîna xwe ya mezin ya piştgîriya ji bo partiyan pêşkêş kir û tê de diyar bû ku piştgîriya milet ji bo partiyên sorûkesk zêde bûye.

Förändring 2011-2016

Partiyên sorekesk bi 3,5 % bêhtir deng anîn di vê lêkolînê de danberhev bi lêkolîna çûyî re ya beriya şeş mehan hate çêkirin.

Partiyên sorekesk bi hev re 41,4 % ji dengan anîn, ew jî bi alîkariya Partiya Çep ya ne di hikûmetê de ye lê alîgirê wê ye, danberhev bi partiyên hevalbendiyê re yên 37,9 % anîn.

Partiya Moderatan bi 1,9 % di lêkolîna vê carê de daketiye. Ya balkêş ew e ku Partiya Demokratên Xiristiyanî tenê 3,1 % anîne, ev tê wê wateyê ku eger îro hilbijartin baya wê nikarîbana derbasî parlamanê bûbana. Li gor peyamnêrê pirsên siyasetê yê Radyoya Swêdê Fredrik Furtenbach ev ji bo Partiya Demokratên Xiristiyanî misîbeteke mezin e:

-Ev hejmar misibet e ji bo partiyê. Ew mane li ser asta herî nizim ji gava SCB dest bi pîvana Demokratên Xiristiyanî di 1991 de kirine.

Di vê lêkolînê de Partiya demokratên Swêdê ya ji ber siyaseta xwe ya dijî biyaniyan naskiriye, 17,5% ji derngan anîne, ev zêdebûneke kêm e danberhev bi lêkolîna beriya vê re.

Hem Partiya Jîngehê, 4,5%, û hem ya Sosyaldemokratan, 29,2%, hindek ji piştgîriya xwe wenda kirine.

Ji bo Partiya Navendê ya vë carê 7,1 % anîn, ev hejmarên herî baş in di van 10 salên dawî de. 

Lê gelo çima bi taybetî lêkolîna SCB  ya ku du caran di salê de têne çêkirin giring e? Fredrik Furtenbach zelal dike:

-Ev lêkolîn ya herî mezin e di vî warî de, zêdî 5000 hevpeyivîn têne kirin û metod û awayê çêkirina vê lêkolînê mezin û cidîtir in danberhev bi yên ku enstîtûyên prîvat dikin re.

Ew bi rasthatin kesan hildibijêrin û bi berdewamî li wan vedigerin ji bo pirsan û hevpeyvînan di şûna ku kesên nû tevlî lêkolînê bikin. Ew awayekî bêhtir klasîk e di warê metod û awayên statîstîkî de.

%, û hem ya Sosyaldemokratan, 29,2%, hindek ji piştgîriya xwe wenda kirine.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".