Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Sakine Madon dibe pêşkêşvana bernameya zivistanê

Hat weşandin torsdag 1 december 2016 kl 13.56
"Wê bernameya min derbarê nasnamê be"
(2:28 min)
Vintervärdarna 2016/17. Foto: Mattias Ahlm /Sveriges Radio
Vintervärdarna 2016/17. Wêne: Mattias Ahlm /Sveriges Radio

Ew yek ji heşt kesên hilbijartî ye ji aliyê guhdaran ve bo pêşkêşkirina bernameya binavûdeng ya zivistanê, Vinter i P1, ya Radyoya Swêdê. Nivîskar û rojnamevan Sakine Madon û heft kesên din wê heşt bernameyan di dema cejna Noelê û serê salê de pêşkêş bikin.

Derbarê hilbijartina wê bo vê bernameyê, Sakine kêfxweşiya xwe anî ziman û ji berşê kurdî yê Radyoya Swêdê re got ku bi wateyeke mezin ku guhdar wê hilbijartine.

Sakine Madon, beriya nuha bû pêşkêşvana bernameya havînê jî û di wê bernameya xwe de behsa revê û koçberiyê kir. Dê û bavê wê, ku yek tirk e û yek kurd e, du penaberên siyasî bûn yên û di 1985 de hatin Swêdê.

Sakine Madon dibêje ku wê di bernameya xwe ya zivistanê de behsa nasnameyê, astengiyê çandî û pirçandîbûnê bike. Wê herweha strana Şivan Perwer, delalê hilbijartiye di bernameya xwe de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".