Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Doz û parastina Barbaros Leylani

Hat weşandin torsdag 1 december 2016 kl 17.28
Leylani: Gotina ’kûçikên ermenî’ ji devê min filitî!
(6:59 min)
Barbaros Leylani och Arshak Gavafian
Barbaros Leylani û serokê Federasyona Ermeniyên Swêdê Arshak Gavafian Wêne: Skämrdump från Youtube och Besir Kavak

Barbaros Leylani ku di axavtina xwe ya li ser navê Federasyona Tirk de li navenda Stockholmê gotibû ”Ji kûçikên ermenî re mirin” û ”eger pêwist be em ê xwînê birjînin” duh derket pêşiya dadgehê û got "ez mirovekî aştîxwaz im".

Îsal di meha nîsanê de ji bo piştgiriya azeriyan li Stockholmê xwepêşandanek hatibû li dar xistin. Yek ji axavtvanên xwepêşandanê Barbaros Leylanî bû ku hingî cîgirê serokê Federasyona Tirkî li Swêdê bû.

Leylani ku bi xwe turkemenekî bi eslê xwe ji Îraqê ye gava xîtabî 50-60 kesên li meydanê dikir ji wan re gotina ”Ey hevnijadên min” ango bi tirkî digot ”soydaşlarim” û wiha berdewam dikir.

– Bila li vê alaya bi hîv û stêr binêrin. Tirk, tirk hişyar dibe bila kûçikên ermenî hay ji xwe hebin ew ê werine qelandin. Ji kûçikên ermenî re mirin! Mirin! Mirin!

Di nav çepkên xwepêşandêran de wî bi berdewamî behsa giringiya îmanê kiribû, weke yek ji pêwistiyên sereke yên îmanê behsa niştimanperweriyê dikir û digot:

– Werin em nîşanî swêdî û ewrûpiyan bidin bê tirk çi ne. Em hez ji xwînê nakin, lê em ê xwînê birjînin.

Ji ber vê axavtina Leylani zêdetir ji 50 gilî hatiye kirin û duh ew derket beramber dozgerê swêdî.

Encamên daxuyaniya Leylani

Li welatekî mîna Tirkiyê gotinên wek yên Barbaros Leylani dibe ku normal bin û rastî tu reaksiyonan neyên. Lê gava ev yek li Swêdê were gotin encamên vê dikarin giran bin. Çend rojan piştî daxuyaniyê Barbaros Leylani mecbûr ma ku ji Federasyona Tirkî îstifa bike. Derbarê têkiliyên federasyonê yên bi nijadperestan re hin vekolîn hatine kirin. Weke encam bi dehan komeleyên endamên federasyonê jê îstifa kirin û Swêdê alîkariya nîv mîlyon pere paş de xwest. Ji bo têkiliya bi aliyên wiha re wezîrê bi koka xwe tirk Mehmet Kaplan neçar ma ku îstifa bike. 

Parastina Barbaros Leylani

Duh di jêpirsîna xwe de Leylani gelek zehmet dikişand ku qalibekî maqûl ji gotinên xwe re peyda bike. Geh wî digot ew dermanan dixwe, hişê wî ne li serê wî bû û gotin ji devê wî filitîne, geh digot wî xwestiye bêje ”terorîstên ermenî”, geh digot ew gotineke pêşiyan e. Di jêpirsîna destpêkê de jî Leylani dibêje ew ne li benda reaksiyonên wisa tund bû, heta di ciyekî de ew dibêje ew xwedî li gotinên xwe der dikeve lê peyama xwe nikariye bi ciwanî bide û guneh tev tavêje stuyê rojnamevan û siyasetvanan û îdia dike ku ew propagandayeke turkofobî ya li dijî Tirkiyê belav dikin û lê digerin ku xelkê li dijî hev tehrîk bikin. 

Lê bersûcê doza tehrîkê ku hejmara dozên wiha li Swêdê pir kêm e duh Leylani bi xwe de bû. 

Di dadgeha destpêkî ya Stockholmê de ji aliyê Tirkî kesek nebû. Leylani bi xwe ji bi riya vîdyo beşdar bû. Lê di dadgehê de çendîn nûnerên civaka ermenî yên li Swêdê hebûn. 

Parêzerê Leylanî daxwaza beraetê dike.

Yek ji kesên ku giliyê Leylani kiriye serokê Federasyona Ermeniyên Swêdê Arshak Gavafian e. Ew dibêje daxuyaniyên Leylani di nav ermeniyên Swêdê û cîhanê bi giştî de dengekî mezin vedane.

– Di nav ermeniyan de tim behsa tarîxa fermanan tê kirin. Lewra gelek endamên me digeriyan û digotin niha em ji nûnerê rêxistineke Tirkî li Swêdê heman gotinên banga kuştina ermeniyan dibihîzin û endîşeya xwe tanîne zimên.

Di rûniştina duh de Dozger Olof Vrethammar xwest ceza li Leylani were birîn.

– Mesaja ku Leylani daye pir tehdîtkar e. Ew gihaye derdoreke berfireh û ew li balkişandinê geriyaye. Lewra doz bi navê tehrîka giran a li dijî miletekî hatiye vekirin û bi min gereke ew were cezakirin. 

Heçî parêzerê Leylani Ismo Salmi bû wî digot qesta miwekîlê wî terorîstên ermenî bûne yên ku li hemberî azeriyan şer dikin. Û lewra wî daxwaza beraata Leylani kir. 

"Ew lêborînê ne ji ermeniyan dixwaze"!

Nuqteyeke din jî ew e ku Barbaros Leylani ji ber gotinên xwe berya niha di kanala TV4 de lêborîna xwe xwestiye û digel hemû berûpêkên di jêpirsîna xwe de duh jî wî dîsa ev daxwaza xwe dubare kir.

Ji bo lêborînê Leylani berya niha herwiha li serokê hingî yê Federasyona Ermenî Garlen Mansourian jî geriyabû. Lê Mansouriyan dibêje piştî ku wan bi hûrgilî li lêborîna Leylanî meyzandine dîtine ku ew lêborînê ne ji ermeniyan lê ji swêdiyan dixwaze û lewra ew daxwaza wî jidil nabînin û qebûl nakin.

Ê ku di dawiyê de axivî serokê berê yê Federasyona Ermeniyên Swêdê Garlen Mansourian bû. Biryara doza Barbaros Leylani gereke piştî du heftiyan, ango di 14ê kanûnê de were aşkere kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".