Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Azadiya çapemenî 250 salî dibe

Hat weşandin fredag 2 december 2016 kl 10.22
”Ez hatime tehdîd kirin”
(2:35 min)
.
Wêne: Mons Brunius / TT

Qanûna azadiya çapemeniyê li Swêdê ya herî kevin di temamê cîhanê de. Dema di 2 meha diwanzdan, desember, 1766 de hate îlankirin sansûr hate xedexe kirin û dezgehên swêdî mecbûr bûn êdî belgeyan teslîm bikin. Wê demê ti welatekî din qanûneke azadiya çapemeniyê nebû.

Ev qanûn mafê azadiya derbirînê dide di çapkirinên rojnameyan, kitêban û kovaran de lê herweha derbarê azadiya lihevkombûnê ye, qedexeya sansûrê û azadiya ragihandinê ye. Qanûna azadiya çapemenî, Tryckfrihetsförordningen, yek ji çar qanûnên bingehîn yên Swêdê ye.

Qanûna azadiya çapemeniyê rê dide hemwelatiyan ku belgeyên giştî yên dezgehan bi dest bixin û ku karê dezgehan eşkere be, ya bi xwe wekî mafekî demokrasiyê yê giring têne dîtin. Li Swêdê ji vî mafê re dibêjin, Offentlighetsprincipen.

Lê di halê hazir de li Swêdê, ev azadî û mafê çapemeniyê û derbirînê her rastî astengiyan dibe di civakê de. Tehdîd û gefên hember rojnamevanan û nivîskaran her bêhtir dibin. Gelekê caran ev tehdîd ji aliyê kesên prîvat ve tên kirin.

Yek ji rojnamevanên ku îro li Swêdê kar dike û rastî tehdîd û astengiyan bûye Eşref Okumuş e. 

Ew di hevpeyivînekê bi Robîn Şahîn re behsa çend nimûneyên tehdîd û astengiyên ku ew rastî wan di karê xwe de bûye dike. Wekî nimûne dema di rojnameya Expressen de dinivîsî tûşî tehdîda kuştinê bû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".