Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Daîreya Kar: Pêwistî bi koçberên karker heye

Hat weşandin måndag 5 december 2016 kl 12.07
Aşpêj, şofêr û hostayên tamîrê wê lazim bin.
(1:28 min)
Ett montage av två bilder: En person har en hand på en dators tangentbord. Migrationsverkets logga på en skylt utanför en kontorsbyggnad.
Ewqas karker wê ji Swêd re lazim bin ku gereke ew ji welaten derve werin. Wêne: Foto: Magnus Hjalmarson Neideman/Anders Wiklund/Scanpix. Montage: Sveriges Radio.

Li Swêdê zarok kêm çêdibin û lewra pêdiviya Swêdê her sal bi 64 000 koçberên karker heye. Vê yekê rêvebirê giştî yê Daîreya Kar Mikael Sjöberg dibêje.

– Ji ber ku karker kêm in ji sala bê û pê de tempoya mezinbûna Swêdê wê nizimtir be. Hem di sektora resmî hem jî prîvat de hejmara kardêran wê bilind be, lê ew ê nikaribin karkerên bi kompetens peyda bikin.

Nûçeyên Televîzyona Swêdê derbarê mijarê de çendîn reportaj weşandine. Di wan de diyar dibe ku pêwistiyeke mezin wê bi aşpêjên restorantan, şofêrên otobus û trênan û karkerên endustriya makîneyan hebe. 

Li gor Daîreya Koçê 10-15 salên pêşiya me rewş bi vî rengî xuya dike û rêvebirê daîreyê Mikael Sjöberg weke çare ji bilî karkerên koçber behsa çend xalên din jî dike.

  • Bêhtir ciwan divê lîseyê temam bikin û tedbîr bêne girtin ku ew di nîvî de dev jê neberdin.
  • Programên pîşeyî/meslekî divê werine baştir kirin.
  • Temenê teqawîdiyê dikare were bilind kirin
Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".