Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

PISA: Perwerde bi giştî baştir dibe lê ferq meztir dibin

Hat weşandin tisdag 6 december 2016 kl 13.20
Di navbera xwendekarên ji malbatên swêdî û biyanî de ferqek mezin heye. Çima?
(7:44 min)
Skolklass och Ata Ghaderi
Profesor Ata Ghaderi encamên lêkolîna PISA yên perwerdeyê dinirxîne Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Dersên matematîk û xwendinê yên xwendekarên swêdî bi giştî baştir dibin. Lê cudahiya di navbera herêman de meztir dibe. Ev encama lêkolîna PISA ye ku îro hate eşkere kirin.

Lêkolîna Pisa (Programme for International Student Assessment) derfet û şiyana di warê matematîk, xwezanasiyê û têgihiştina xwendinê li ba 15 saliyan dipîve û her serê sê salan carekê tê pêşkêş kirin. Ew perwerdeya li 72 welatan dide ber hev.

Encamên PISA yên van salên dawî nîşan didan ku rewşa perwerdeya Swêdê her ber bi xerabiyê ve diçe û raporê li Swêdê rê li ber gotûbêjên germ vedikir. Di lêkolîna 2012ê de ji bo ku encamên Swêdê pir xerab bûn OECD ku van testan çêdike xwestibû ku Swêd hin reforman pêk bîne. Û di hilbijartinê de ew bûbû yek ji mijarên herî zêde ku li ser hatibû gotûbêjkirin. 

Testa lêkolîna ku îro hate weşandin di bihara 2015ê de di nav nîv mîlyon xwendekar de hatiye kirin. Encam nîşan dide ku rewşa perwerdeya Swêdê bi giştî dîsa ber bi başbûnê ve diçe. Swêd ji rêza 38 hilkişiyaye 28ê.Di xwendinê de asta şagirtên swêdî ji ya navincî baştir e û di matematîkê de ew di nîvî de ye. 

Lê encam meyleke din ya ku ber bi xerabûnê ve diçe nîşan dide. Ferqa di nav herêman de meztir dibe. Li hin ciyan, dibistanan encam pir baş in, lê li yên din pir xerab in. 

Di raporê de herwiha diyar dibe ku ferqa navbera xwendekarên ji malbatên penaber û yên swêdî jî mezin e. 

Wezîra Perwerde û bilindkirina zanyariyê Anna Ekström di daxuyaniya xwe ya destpêkê de wiha nivîsiye:

– Gelek kêfxweş im ku bi giştî encam baştir in, pir bi fikar im ku ferq mezin dibin. Divê di zanyariyên dibistana me de jî wekhevî hebe. 

Wezîrê perwerdeyê Gustav Fridolin jî di daxuyaniyekê de behsa giringiya nehiştina ferqa komên civakî ên cuda kir û got encama ku ber bi başbûnê ve diçe ji siyasetvanan bêhtir bi saya mamoste, midûr û xwendekaran e.

Profesorê psîkolojiyê Ata Ghaderi ku vêga li Enstîtuya Karolînska ye berya niha derbarê fêrbûn û perwerdeya zarokan de hin lêkolîn kirine. Ghaderi dibêje herçend encam erêniye jî ferqa ji berê zêde nemezin e. Xala ku ew bêhtir weke endîşe behs dike ferqa navbera xwendekarên swêdî û yên ji malbatên biyanî têne ye. Sebeba mezinbûna ferqê ew wiha şîrove dike:

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".