Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ji sûcê şerî re cezayê hepsê

Hat weşandin tisdag 6 december 2016 kl 16.03
En man med maskerat ansikte sitter på huk framför en skål med maskerat innehåll.
Polîs vî wêneyî di mobîla wî de dîtin

Zilamekî 24 salî îro bi hikmê tawana şerî li dadgeha destpêkî hate mehkûmkirin.

Ev kes ku beşdarî şer bûye û bi laşên mirî re wêneyan girtiye îro li Swêdê bi hesaba tawana şerî hate sûcdarkirin.

Dozger ji ber sûcê şerî şeş meh cezayê hepsê li wî birî û piştî cezayê hepsê jî xelas bibe wê ev kes heta hetayê ji Swêdê were dersînorkirin.

Tê diyar kirin ku ev kes jixwe ji sûcekî din li hepsê maye. Dadgeha despêkî ji bo dersînorkirina vî kesî destnîşan dike ku ti sedem nîn in ku ew neyê dersînorkirin.

Dozger Hanna Lemoine diyar dike ku ciyê kêfxweşiyê ye ku dadgehê rêza xwe ya li bedena mirovan nîşan daye û vê wek sûcê şerî qebûl kiriye.

Ev kesê ku li herêma Skånayê dijî ji ber diziya Karlskronayê ku vê biharê pêkhatibû, ji alî polîsan ve hate girtin. Polîs di kontrolkirina mobîla wî de van wêneyan peyda kiribûn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".