Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Awayên hişk ji bo vegarandina penaberan pêşniyaz dibin

Hat weşandin onsdag 7 december 2016 kl 08.41
Ji bo dersînorkirinê zor wê bê bikaranîn
(3:16 min)
Awayên xurt û req ji bo vegarandina penaberan pêşniyaz dibin
Wêne: Kallestad, Gorm

Polîs dixwaze hem karibe mecbûrî kesan û hem jî malên wan teftîş û kontrol bike ji bo ku belge û nasnameyên veşartî peyda bikin.

Ev yek ji çendîn pêşniyazên ku Polîs li gel Dezgeha Koçê, Migrationsverket pêşkêşî hikûmetê kirine bi armanca dersînorkirina bêhtir kesên ku biriyara redkirinê wergirtine.

Şefê grûpê yê beşê neteweyî yê polîsê sînor Per Löwenberg zelal dike bê ev tê çi wateyê:

-Kurt û kurmanc, ev derbarê wê ye ku em, ango polîs, dê karibin dest deynin ser nasnameyan û pasportan dema em zanin ku ew kesa ev belge hene, her di dema pêvajoya penaxwaziyê de jî.

Löwenberg berdewam dike û dibêje ku her wekî li Norwêcê, wê polîsê Swêdê jî karibe kesan û malên wan jî teftîş bike bi mebesta peydakirina belgeyan. 

Ev yek ji pêşniyazên ku nuha teslîmî hikûmetê bûne ye.

Hikûmet di buhara vê salê de ji polîs, Daîreya Koçê û Dezgeha Lênêrîna Tawanan xwest ku çend pêşniyazên hişk û tund amade bikin ji bo wê bê çawa dikarin bêhtir penaxwazên ku biryara reddê wergirtine, ji Swêdê dersînor bikin.

Di vê raporê de bi eşkere û zelal e ku herçend çare û tedbîr beriya nuha hatine danîn her şiyana dersînorkirina kesan ji Swêdê di van sê salên dawî de li ser heman astê maye.

Lê nuha îca daxwaz heye ku hevkariya di navbera dezgehan de jî baştir bibe, wekî nimûne ku hêsankirin ji aliyê pirsa nehênîgirtina agahî û belgeyan ve bêne kirin. Lê daxwaz ew e jî ku zûtir di pêvajoya penaxwaziyê de awayên mecbûrkirinê karibin bikarbînin. 

Pêşniyazeke din ew e ku dema qedexekirina serfera careke din bo herêma Şengenê dirêjtir bibe.

Di halê hazir de dezgehên swêdî karin ji wî kesê ku biryara redê wergirtiye û qanûnê bişkîne û nehevkar be bi dezgehan re ji bo terka Swêdê, qedexe bike ku di ta herî zêde pênc salan de venegera herêma Şengenê. Û nuha daxwaz heye ku ev dem dirêjtir bibe.

Daxwazeke din ew e qayde hêsantir bibin dema polîs kesan li ser sînorê welatî bi çav de digire.

Dezgeh herweha pêşbiyaz dikin ku ew kesê ku ji dezgehan direve û peywendiyê bi Dezgeha Koçê, Migrationsverket re qut bike, divê deng ji xwe bîne û ciyê xwe bêje.

Ev hemû daxwaz û pêşniyaz in û ne qanûn in. Pêvajoyeke dirêj jê re divê ta biriyarek derbarê van pêşniyazan bêne wergirtin. Ew jî li ser lihevhatinên partiyan dimînin.

Beşê kurdî yê Radyoya Swêdê wê vê mijarê di pêştir de bişopîne û we guhdaran bi agahiyên herî nû agahdar bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".