Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Daxwazên alîkarîkirina bi nexweşan hate dijwarkirin

Hat weşandin onsdag 7 december 2016 kl 10.49
"Divê ez bêjim, ez li vê heyîrim"
(2:34 min)
Sjukpenning
1 av 3
Carolina Frände wekî nîvdemî xwe nexweş nivîsandiye lê nehatiye qebûlkirin Wêne: Karin Wettre/Sveriges Radio
Lars-Åke Brattlund
2 av 3
Lars-Åke Brattlund dîrektorê sîgortayê li Kasaya Sîgortayê Wêne: Karin Wettre/Sveriges Radio
Kasaya Sîgortayê
3 av 3
Kasaya Sîgortayê daxwazên qebûlkirina alîkariya nexweşiyê dijwartir kiriye Wêne: JESSICA GOW / TT

Kasaya Sîgortayê (Försekringskassan) ji bo gelek kesên ku xwe wek nexweş dinivisînin, şertên xwe yên dana alîkariya aborî dijwartir kir

Ev yeka dihêle ku doktor êdî wê doktor wextekî bêhtir deyne ser nivîsandin û tekmîlkirina belgeya nexweşiyan. Îstatîstîkên nû nîşan didin ku hejmara alîkariyên nexweşiyê li gorî sala par du qat zêdetir bûye. 

Qaydeyên Kasaya Sîgortayê yen hişk û tund zerer li gelekan kiriye û alîkariya aborî ji wan qut kiriye, yek ji wan Carolina Frände e:

-Bi rastî jî ev peyamana min a yekemîn e bi Kasaya Sîgortayê re. Divê ez bêjim, ez li vê heyîrim. Biya min hîn em negihîştine wê xalê ku bi awayek demokratîk em biryarek bigrin.

Piştî ku Kasaya sîgortayê derbarê Sîgorteya Civakî  (Socialförsäkringen) rexne ji Mifettîşîya Darayî girt, rêbaza xebatên xwe guhert. Ev yek jî tesîrê li doktoran û nexweşan dike.

Ekot bi şefê doktoran a li Stockholm, Västra Götaland, Skåne û Västerbottenê re axivî. Li gorî hejmarên ji kasaya sîgortayê pere ji 14 hezar kesî yên yarmetiya nexweşiyê werdigirtin, di neh mehên pêşiyên vê salê de hatiye qut kirin. Ev danberhev heman wextê sala par 6 hezar û 750 kes bû. Ev hejmar tê wê wateya ku hejmara kesên ku yarmetiya nexweşiyê ji wan hatiye qutkirin, du car bûye.

Doktor Magdalena Fresk ku li nexweşxaneyek Kistayê kar dike, dibêje:

-Em bi Kasaya Sîgortayê re ketin nav nîqaşekê lê em biserneketin. Nexweş nikarin vegerin ser karên xwe.

Lars-Åke Brattlund ku li Sîgortaya Nexweşiyê şef e, behsa paşeroja Kasaya Sîgortayê dike.

-Belgeya doktoran hertin ne bi kalîteyek baş e û ya ji me re pêwîst tê de heye. Da ku em biryarekê li ser wî bengehî werbigrin. Ji ber vê jî em mecbûr dibin ji doktor agahiyên bêhtir bixwazin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".