Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ji gûmana kuştin û şewata mizgeftê hate girtin

Hat weşandin onsdag 7 december 2016 kl 15.12
Zilamê gûmajêkirî hate girtin
(0:45 min)
Malmö
Dadgeha Malmöyê ji ber gumana kuştin û şewata mizgeftekê biryara girtina zilamekî da Wêne: Emil Langvad/TT

Zilamekî 29 salî îro ji alî dadgeha destpêkî ya Malmöyê ve hate tewqîfkirin. Hate zanîn ku ev kes ji ber kuştinekê hatiye girtin.

Îsal di meha 10an de li Malmoyê mizgeftek hate şewitandin. Îro kesekî ji ber guman jê tê kirin ku beşdarî vê rûdana şewatê bûye û bûye sebeba kuştina mirovek ji alî dadgeha Malmöyê ve hate girtin.

Hate zanîn ku dozger xwestiye ku ew zilam bi sûcê terorê were desteserkirin.

Rêxistina terorîstî Dewleta Îslamî (Daiş) beriya niha rûdan şewatê avête ser xwe.

Lê kesê ku hatiye girtin hemû sûcên ku jê têne gumankirin, red dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".