Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Brand i avfallsanläggning. De som befinner sig i området uppmanas att undvika att vistas i röken.
(Publicerat igår kl 11.31)
Bazara kar

Andersson: Tu dixwazî li Swêdê çi karî bikî?

Hat weşandin onsdag 7 december 2016 kl 15.47
Pirsa herî girîng – Tu di xwazî çi karî bikî?
(4:19 min)
Ayse Andersson
Ji bo kesên nû têne Swêdê bi hêsanî kar peyda bikin Ayşe Andersson metodek bi navê ”Matchning från dag Ett” nivîsiye. Wêne: Besir Kavak, Sveriges Radio

Hejmara kesên li derveyî Swêdê ji dayik bûne û êdî li Swêd kar bi dest wan dikeve her ku diçe zêdetir dibe. Û ev tesîreke baş li tevahiya bazara kar dike.

Ev encama raporeke Daîreya Kar e ku derbarê 2017, 2018ê de hatiye nivîsîn û îro hate belav kirin. 

Em bi karmendeke Arbetsförmedlingen re axivîn ku hewl dide ji nûhatiyan re şixul peyda bike. 

Ji bo kesên nû têne Swêdê bi hêsanî kar peyda bikin Ayşe Andersson ku kurdeke ji Enedolê ye metodek bi navê ”Matchning från dag Ett” nivîsiye. Li ciyê karê wê, li Arbetsförmedlingen a li Spånga me ew dît û jê pirsî bê ew bi xwe çawa kar dike û çi pêşniyazên wê ji kesên nûhatî re hene da ku ew bikaribin rojek berî rojekê li ser piyên xwe bisekinin. 

Andersson dibêje ew wek xebatkarên Daîreya Kar hewl didin ku bi sê awayan alîkariyê bidine kesên nûhatî. Peydakirina kar, vekirina şîrket yan dukanekê û çûna dibistanê. 

Lê berya ku ew bikaribin ji kesekî re li yekê ji van hersê mijûliyan bigerin ew dibêje ew hewl didin serlêder nas bikin. Lê dinerin bê çi tecrûbe, xwendin û dîplomayên serlêder hene, li şexsîyetê dinêrin bê ew ji çi hez dike, çi întreseyên serlêder hene.

Û Ayşe Andersson dibêje di vir de ya herî girîng ew e bê serlêder dixwaze çi karî bike.

Em ferz bikin ku kesek li kar geriyaye û ciyekî kar ji bo hevdîtin û hevpeyvînê gazî wî dike. Gelo mirov xwe çawa xwe amade bike? Li çi bifikire? Andersson behsa sê xalên girîng dike.

Di gelek sektoran de kar hene. Weke nimûne Ayşe Andersson di sektora xizmetê de behsa paqijî, xwarinçêkirin, lênerîna pîrûkalan dike. Wek din ew dibêje pêwistiya bi mamoste, pisporên komputerê pir heye. Û sektoreke ku li Swêdê, bi taybetî li Stockholmê peydakirina kar tê de zehmet xuya dike li gor Andersson sanayî û endustrî ye. 

Lêkolînên vê dawiyê nîşan didin ku rewşa bazara kar a Swêdê baş e. Pêşbîniya Daîreya Kar a ji bo 2017, 2018ê jî bi heman rengî xuya dike û diyar e Ayşe Andersson jî ji bo pêşerojê di heman fikrî de ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".