Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Xelat

Alcu ya Diyarbekirî yekem jin e ku xelata 'sazkeriyê' distîne

Hat weşandin torsdag 8 december 2016 kl 13.35
Alcu: ”Divê dengê Diyarbekirê were bihîstin”
(5:21 min)
Angel Istek Alcu
1 av 2
Angel Istek Alcu û peyamnêra Radyoya Swêdê Katja Magnusson
Angel Istek Alcu yekem sazkera jin e ku xelata Martin Adler distîne.
2 av 2
Angel Istek Alcu yekem sazkera jin e ku xelata Martin Adler distîne.

Duh li Londonê xelata ”sazker”, ango kesê ku alîkariyê dide rojnamevanan hate dayin. Û ji bo cara yekê ev xelat çû ji jinekê re, ew jî kurdeke Diyarbekirî ya bi navê Angel Istek Alcu ye.

Wextê wek nimûne rojnamevanek swêdî diçe li Kudistanê hin karan bike kesek pêwist e ku alîkariya zimên, cî, peydakirina xelkê hwd bike. Ji kesên ku vê alîkariyê didin re bi swêdî dibêjin ’fixare’. Em ê bi kurdî gotina sazker bi kar bînin

Îcar ji sala 2007ê ve sazkerek di cîhanê de ku layiq tê dîtin xelata sazkeran ku jê re dibêjin Xelata Martin Adler distîne.

Duh xelata îsal gihîşt xwediyê xwe dayin û ji bo cara yekê ew çû ji jinekê re, ew jî kurdeke Diyarbekirî ya bi navê Angel Istek Alcu ye.

Alcu dibêje ew ji bo wergirtina vê xelatê kêfxweş e digel zehmetiyan jî ew ê vî karî berdewam bike ji ber ku divê dengê Diyarbekirê were bihîstin. 

Yek ji wan kesên ku Alcu wek berendama vê xelatê nîşan dabû û li Londonê jî pê re bû Katja Magnusson e. 

Magnusson pênc salan peyamnêra Radyoya Swêdê ya Tirkiyê bû û gelek raporên wê yên li ser rewşa Tirkî û Kurdistanê hatine weşandin.

Ew Alcu weke jineke cesûr binav dike û diyar dike ku ji bilî tercumaniya tirkî û kurdî ku Alcu jê re dikir ew herwiha wek tîm gelek baş bi hev re dixebitîn. 

– Hem di dema pêvajoya agirbestê de hem jî di dema şer de em bi hev re diçûne gelek deveran. Li wan ciyan hebûna kesek ku mirov jê piştrast be gelek girîng bû û ew kes jî Alcu bû.

Martin Adler ku ev xelat li ser navê wî tê dayin wergêr, sazker û rojnamevanekî swêdî yê serbixwe bû ku di sala 2006ê de li Somalya hate kuştin û ji 2007ê ve xelat ser navê wî tê dayin.

Ji bo guhdariya hevpeyvînê li rapora dengî guhdarî bike!

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".