Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Rêxistina swêdî ya nazîst xurt dibe

Hat weşandin fredag 9 december 2016 kl 09.49
Expo: Rikberên rêxistina nazî li meydanê nînin
(1:56 min)
Nordiska motståndsrörelsens demonstration i Borlänge
Xwepêşandana alîgirên Tevgera Berevaniya Bakurî (Nordiska Motståndsrörelsen) li Borlänge. Wêne: Ulf Palm/TT

Hejmara kesên ku bûne endamên rêxistina nazîst a bi navê Tevgera Berevaniya Bakurî (Nordiska motståndsrörelsen) zêdetir bûne.

Kovara Expo ku ji nêzîk ve rêxistinên nazîst dişopîne diyar dike ku ji %30ê çalakvanên Tevgera Berevaniya Bakurî berê ne di nav rêxistinên rastgir de nedihatine nas kirin.

Li gor lêkolerê kovara Expo Jonathan Leman peydakirina ewqas endamên nû nîşan dide ku rêxistin xurt dibe.

Derbarê bê hejmara çalakvanên Tevgera Berevaniya Bakurî tam çend in Expo nikare hejmareke tam bide lê wan 159 çalakvan tesbît kirine. Piraniya endamên nû, ji Skåne û Blekinge tevlî rêxisitinê bûne.

Jonathan Leman dibêje yek ji sebebên xurtbûna Tevgera Berevaniya Bakurî ew e ku tu rikberên wan nînin û sedemeke din jî ew e ku rêxistinê di nav xwe de hin guhertin kirine û biryar daye ku bibe partiyeke siyasî.

– Wan şertên çalakbûna di rêxistinê de daxistinê jêr. Niha dixwazin xwe bigihînin derdoreke berfirehtir. Di pirbûna endaman de tesîra vê guhertinê heye.

Îsal, di 1ê gulanê de Tevgera Berevaniya Bakurî li Borlänge xwepêşandanek kir ku derdorê 300 kes beşdar bûn. Li gor polîsê Dalarna tesîra çalakiyên wiha jî di peydakirina endamên nû de dikare rolekê bibîne. 

Radyoya Swêdê têkilî bi Pär Öberg, berpirsê çapemeniyê yê rêxistinê re danî, lê wî nexwest tu daxuyaniyan bide.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".