Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Gumanbarê terorê serbest tê berdan

Hat weşandin fredag 9 december 2016 kl 11.32
Xwestibû here Rojhilata Navîn
(0:32 min)
Vakt på Svea hovrätt
Dadgeha Istinafê jî biryara dadgeha destpêkî tesdîq kir. Wêne: Bertil Enevåg Ericson / TT

Zilamekî 25 salî ku ji ber rêwîtiya bi neyta terorê dihate mehkeme kirin ji aliyê Dadgeha Istinafê ya Svea ve îro beraet kir.

Berya niha doz li vî zilamê 25 salî hatibû vekirin ku ew bi neyta beşdarbûna nav rêxistinên cîhadîst xwestiye biçe hin welatên Rojhilata Navîn. Li Tirkiyê ew hatibû girtin û di çenteyê wî de êlekê parastinê hatibû ditin.

Berya niha Dadgeha Destpêkî jî ew bêsûc dîtibû û loma îtiraz derbasî dadgeha îstinafê bûbû. Lê dadgeha îro jî mîna ya destpêkê biryar da ku kesê 25 salî bêsûc e.

Li ser vê biryara dadgehê Wezîrê hundir Anders Ygeman radigihîne ku ew dixwaze bi hûrgilî li qanûna terorê were nerîn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".